You are currently viewing XELKÊN REQAYÊ LI RÊXISTINA NÊKSTÊP TÊGEHA KÊMÎ Û PIRANIYÊ GOTÛBÊJ DIKIN

XELKÊN REQAYÊ LI RÊXISTINA NÊKSTÊP TÊGEHA KÊMÎ Û PIRANIYÊ GOTÛBÊJ DIKIN

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Li jêr navê “têgeha kêmî û piraniyê, derbasbûna ji têkiliyên organîk ber bi pirdengiya siyasî ve”, rêxistina NÊKSTÊP rûniştineke danûstendinê di 03/11/2021 de lidarxist, ku 12 kes ji xelkên bajarê Reqayê, ji komên civakî yên cuda, bi rêya Google Meet, beşdar bûn.

Libarê rewşa vê tegehê beriya şerê Sûriyê, beşdaran tekez kirin ku ev têgeh tune bû, di milê hebûna hin nakokiyên mezhebî de, yên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve dihatine gur kirin, di encamê de, piştî destpêka şerê Sûriyê, ev nakokî wekû nasnameyên olî, etnîkî û mezhebî hatine veguhertin, di xizmeta ejndeyên siyasî de, lê nêrîna sêyem ew bû ku, hikûmetên Sûriyê mafên hin pêkhateyan pêk anîn, beramberî stendina wan mafan ji pêkhateyên din, di encamê de, valahî di navbera van pêkhateyan de, kûr bû.

Hin ji beşdaran dîtin ku, pergala serweriya yek partî, û sînordarkirina pratîka siyasî ji komekê re bêyî komên din, û sûdewergirtina ciyawaztiyê ji komekê re, bêyî komên din, bi xwe ravekirina pratîkî ya têgeha kêmî û piraniyê ye, beriya destpêkirina şerê li Sûriyê, ev têgeha ku hikûmeta Sûriyê bikar anî, bi bihaneya parastina kêmiya desthilatdar ji piraniyê, di egera stendina piraniyê ji desthilatdarê re li Sûriyê.

xwedî nêrîneke din, dîtin ku tunebûna demukrasiyê, dibe sedema ku tekkir ber bi komê ve biçe, da ku xwe biparêze.

Derbarê aliyên xwedî rol di bihêzkirina nijadperestiya têgeha kêmî û piraniyê de û encamdana hestiyariyê di nav xelkên Sûriyê de, beşek ji beşdaran di wê baweriyê de bûn ku rejîmên li dû hev rola xwe di xurtkirina nijadperestiya vê têgehê de lîstin. Nêrîn derket holê ku aliyên navdewletî û herêmî berpirsyar dibînin bi sedema gurkirina nakokiyên di navbera aliyên Sûrî de û piştgiriya wan ji aliyekî re li ser hesabê aliyên din, ku ev yek parçebûn û cudahiya di navbera xelkên Sûriyê de xurt kir.

Beşdaran derfetên çareseriyan, di nav de bidestxistina pirrengiya siyasî, avakirina dewleteke hemwelatîbûnê, nehiştina avakirina partiyan li ser bingehên etnîkî, mezhebî û olî, û pêwîstiya xelkên Sûriyê ku li dora nasnameya niştimanî ya Sûriyê kom bibin, hemû girêdan, dilsozî û alîgiran gotûbêj kirin.

 Her wiha avakirina lihevhatineke civakî ji bo jiyana hevbeş ji bo gihiştina paşerojeke Sûrî ya baştir û rola girîng ya rêxistinên civaka sivîl bi vekirina kanalên têkiliyê di navbera xelkên Sûriyê de û pêşxistina nirxên danûstendinê di navbera beşên cuda de.

Civîn bi komek pêşniyaran bi dawî bû, ku tê de banga xurtkirina danişînên diyalogê û beşdarbûna beşên berfireh ên Sûriyê kirin, ku ev yek bandoreke erênî dike di vekirina kanalên ragihandinê û naskirina yên din bi awayekî ku ji qalibên pejirandî cudatir be

مشاركة: