You are currently viewing RÊXISTINA NÊKSTÊP RISTEK RÛNIŞTINÊN DANÛSTENDINAN LI DÊREZORÊ LIDAR DIXE

RÊXISTINA NÊKSTÊP RISTEK RÛNIŞTINÊN DANÛSTENDINAN LI DÊREZORÊ LIDAR DIXE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Di encama yek ji armancên rêxistina NÊKSTÊP di aliyê bihêzkirina çanda danûstendinan di navbera tevaya welatiyên civakê de, rûniştineke danûstendinê, li jêr navê “Çawaniya biserxwehatin û jiyana hevbeş .. rêyên guncaw in”, bo xelkên bajarên Dêrezor û Qamişloyê lidarxist, di 30/10/2021 di riya bernameya GOOGLE MEET re.. 

Rûniştin bi beşdariya 12 kesan bi rê ve çû, di nav wan de, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl û kesayetiyên xwedî bandor, ji herdû bajarên Dêrezor û Qamişlo, bi mebesta pêguherîna nêrîn û ramanên libarê mijara rûniştinê di çarçoveya biserxwehatin û jiyana hevbeş di navbera xelkên Sûriyê de, û rola rêyên têkiliya sivîl yên bi bandor di navbera wan de, çi li hundir yan li derveyî Sûriyê, herwiha, rêyên bi rêk û pêk bo pêkanîna biserxwehatina û hevbeşiya civakî, eger bi dadweriya civakî yan jî bi lêborînê be..

Di destpêkê de, nêrînên beşdaran libarê têgeha pêkvejiyanê hatine wergirtin, di çarçoveya egera bikaranîna vê têgehê bo çareserkirina kirîza Sûriyê, beşdaran tekez kirin ku pêkvejiyan, rêya yekem e bo girtina valahiya di navbera xelkên Sûriyê de, û çareseriyeke bo bihêzkieina hevgirtina civakî û biratiyê di navbera tevaya pêkhateyan de, hin beşdarên din dîtin ku, pêwîste derfet bo ciwanan peyda bibe bo ku destpêşxriyên bihzkirina van têgehan birêve binin.

Libarê rola rêyên têkiliya sivîl di bihêzkirina van têgehan de, nêrînên cuda hatine diyar kirin, hin ji beşdaran gotin ku dezgehên ragihandinê, roleke mezin lîstin di gihandina zehmetiyên jiyana xelkên Sûriyê bo aliyên li derve, herwiha, karîbûn rêyeke têkiliyê di navbera pêkhateyan de pêk bînin, berovajî rola wan berî kirîza Sûriyê, ku kesek di hundirê Sûriyê de, cudahiya pêkhateyan nas ne dikir, lê niha, xeleka têkiliyê ne di navbera hundir û derve de. 

Di milê rola rêxistinên civaka sivîl de, di bihêzkirina têkilî û vekirina rêyên danûstendinan di navbera xelkên Sûriyê de û pênasîna wan bi hevdû, di riya destpêşxerî û çalakiyên cuda de, ev yek piştî ku rêjîmên berê xwedî roleke neyînî bûn di dûrxistina pêkhateyan ji hev.

Ji hêleke din ve, beşdaran rola xelkên Sûriyê yên li derve gptûbêj kirin, ji aliyê rola neyînî yan hin ji wan, di belavkirina çanda kînê di navbera xelkên Sûriyê de, û bihêzkirina qutbûna civakî di nav wan de, herwiha, rola erênî yan beşê din ji Sûriyên li derve, yên ku karîbûn wêneyeke bedew ya Sûriyê bi pirrengiya pêkhateyên wê, bigihînin xelkên derve, di milê piştgiriya wan bo xelkên di hundirê Sûriyê de ji aliyê abûrî ve. 

Beşdarên rûniştinê xwedî nêrînên cuda bûn, libarê rêyên baş bo çawaniya têkiliyan, ku pêwîste di riya dezgehên ragihandinê re be, û rûniştinên danûstendinê ji hêla rêxistinên civaka sivîl, bi tevlîkirina hejmarên mezin ji civaka Sûriyê, yan jî di riya armanckirina dezgehên civakî (malbat û dibistan) di riya derbaskirina van têgehan di rêbazên xwendinê de.

مشاركة: