You are currently viewing RÊXISTINA NÊKSTÊP RASTIYA TEVGERA REWŞENBÎRÎ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ GENGEŞE DIKE

RÊXISTINA NÊKSTÊP RASTIYA TEVGERA REWŞENBÎRÎ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ GENGEŞE DIKE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Di nav pirojeya wê de, ya bi navê “Em danûstendinê bikin”, rêxistina NÊKSTÊP  rûnştineke danûstendinê, libarê rastiya rewşa çandî ya Bakur û Rojhilatî Sûriyê, lidarxist, di dîroka 23/10/2021 li navenda rêxistinê ya li bajarê Qamişlo.

Di rûniştinê de 11 kes ku rewşenbîr, akademîsyen û endamên komeleyên çandî yên aktîf ên herêmê, amade bûn,û rûniştin ji çend xalan pêk hat, ji bo nirxandina rastiya rewşa çandî li bakur û rojhilatî Sûriyê, û rola medya, pisporên ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl di rastiya çandê de, hernirxandina beşdariya jinan di rewşa çandî û gotûbêjkirina girîngtirîn sedemên nakokîyan di navbera rewşenbîran de.

 beşdaran rastiya rewşa çandî û bandora neyênî ya bertkên kirîza heyî gotûbêj kirin, û bandora rewşenbîran bi mîrateya êl û eşîran , herwiha, vexwendiyan ev yek weke “teqîneke medyayî û çandî” li herêmê binav kirin û zêdekirina hejmara berhemên wêjeyî li ser hisabê kalîteyê û naverokê, herwiha, bandora girêdayîbûna siyasî li ser hin rewşenbîran.

Derbarê rola rewşenbîran de, nêrînên beşdaran di navbera pêwîstiya bandora koma rewşenbîran li ser civakê û  haydarkirina wê bi mafên wê û çawaniya daxwazakirina mafên wê,  herwiha meşa wê ber bi paşerojeke baştir ve, di warê deshilatdariya de pêwîste yê rewşenbîr bi hemû hêz û karînên xwe, rola xwe di guhertinê de bilîze.

Li ser rola medya û rêxistinên civaka sivîl di rastiya tevgera çandî de, nêrînan piştrast kir ku medya roleke neyînî dilîze, bi belavkirina hin medyayan” Axftinên kînî” li şûna çanda lêborînê û pejirandina ramanên din,û rêvekirna wan medyayan ber bi haydarbûn û vebûna ji çandên cihêreng re were rast kirin.

Di derbarê rêxistinên civaka sîvîl de, hin nerînan balkişandin li ser rola wan ya erênî, bi riya sazkirina çalakiyên ku bandorê li avakirina rewşek hişyarî û haydar di civakê de dikin, û belavkirina ramanên erênî yên ku tevgera çandî û civakê bi rê ve bibin ber bi pêşerojeke baştir ve.

Di derbarê beşdarbûna jinan di warê çandî de,piraniya nerînan, yekdeng bûn li ser lawazbûna beşdariya  jinan di rewşa çandî de, ku di encama ramanên baviksalarî ya civakê de, û bandorarêz û rawazên civakê û çewsandina li ser jinê, herwiha kêmasiya wêrekiya piraniya jinan di hewldanapiştxuriya karînên xwe, di derdorên çandî de.

Beşdaran nakokiyên di navbera rewşenbîran de û bandora wan nakokiyan a nerênî li ser rewşa çandî gengeşe kirin, sedemên wan nakokiyan bi ejindayên siyasî yên partiyan ve hatin girêdan.

Di rûniştinê de, encamên karê tîma rêxistinê di pirsnameyê û hevpeyivînên takekesî bo beşdaran hatine daiyar kirin, ku armanca wan ew bû, ku bigihêjin hejmareke herî zêde ya ramanan û têgihîştina berfireh a rastiya tevgera çandî.

Di civînê de, hejmarek berhem hatin encamdan, ji ber ku beşdaran çendîn çareserî û pêşniyar pêşkêş kirin, ji wan: (berfirehkirina sînorên têgişitinê û çareserkirina nakokiyên siyasî, peywendiya bi rewşenbîrên derve re, piştgirîkirina rewşenbîrên li hundir û sûdwergirtina ji ezmûnên wan ji bo ku bikarin roleke rastqîn bilîzin, û aktîvkirina rola rêxistinên civaka sivîl bi riya rûnştinên diyalogê, semîner û çalakiyên ku ber bi pêşvebirina tevgera çandî ve biçe).

Rêxistina Nextstep di çarçoveya projeya “Em danûstendinê bikin” de, ku armanca wê gengeşkirina mijarên cihêreng ên civakê, ji bo ku bigihîje encamên ku beşdarvan analîzkirin û çareseriya van pirsgirêkan bike, ristek ji rûniştinên danûstendinan lidar dixe.

مشاركة: