You are currently viewing RÊXISTINA NÊKSTÊP BIKARANÎNA CÛREBÛNÊ LI SÛRIYÊ BO XIZMETA XÊRA GIŞTÎ DE GENGEŞE DIKE

RÊXISTINA NÊKSTÊP BIKARANÎNA CÛREBÛNÊ LI SÛRIYÊ BO XIZMETA XÊRA GIŞTÎ DE GENGEŞE DIKE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Bikaranîna cûrebûnê li Sûriyê, bo xizmeta xêra giştî, li ser masa danûstendan ya rêxistina NÊKSTÊP, hate gengeşe kirin, ku di 4ê Çiriya pêşîn a 2021an de, di riya ZOOM re, hate lidarxistin. 

11 kes beşdarî rûniştinê bûn, bi cudahiya xwe ya olî û nijadî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi armanca pevguherîna nêrînan, li barê aliyên mijara navbihurî, ku destpêka wê ji nirxandina bandora cûrebûnê di Sûriyê de li ser dema bihurî û aniha. 

Beşdaran tekez kirin ku hikûmetên Sûriyê ev cûrebûn bi şêweyekî neyînî bikar anîn, di riya paşguhkirina hin pêkhateyan, û serpişkirina hin pêkhateyên din, di encamê de, qelşandinek di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbû, di milê nepeydabûna çanda qebûlkirina kesên cuda, di nav civakê bi xwe de. 

nêrînên cuda hatine diyar kirin, libarê astengiyên bikaranîna cûrebûnê di xizmeta xêra giştî de, yek ji wan, hikûmetên Sûriyê bûne sedem ji vê yekê re, herwiha, cenga Sûriyê jî kort di navbera xelkê Sûriyê de firehtir kir, di milê rola rêzên olî ya neyînî de, ku alîkar bû di cihêbûna di navbira pêkhateyên cuda de. 

Di heman mijarê de, û ji hêleke din ve, aliyên ku dê alîkar bin di bikaranîna erênî de ji cûrebûnê re, beşdaran tekez kirin li ser giringiya bihêzkirina rola rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê û rojnemevan û rêberên civakî, di encama têkiliyên wan û bandora raste rast li ser civakê, herwiha, hin nêrînan tekez kirin ku pêwîste gotara regezperestin were siza dan, da ku rê li pêşiya qebûlkirina cudahiyê, were vekirin, ji hêleke din ve, pêwîste cûrebûn di nava rêbazên xwendinê de were belav kirin.

Hin pêşiniyar ji hêla beşdaran ve hatine pêşkêşkirin, mîna taybetkirina mijara vê rûniştinê, bi armanca gihiştina encamên bi sûde, jibo bihêzkirina vê cûrebûnê, û bikaranîna wê bi şçweyekî erênî, wekû gaveke giring ber bi avakirina aştiyeke berdewam di Sûriyê de.

مشاركة: