You are currently viewing Rêkeftina Sîdaû li ser maseya NÊKSTÊP ya danûstendinê ye

Rêkeftina Sîdaû li ser maseya NÊKSTÊP ya danûstendinê ye

Rêxistina NÊKSTÊP rûniştineke danûstendinê di 26ê Tebaxa 2021an de, li bajarê Qamişlo, lidarxist, wekû berdewamkirinê ji projeya (danûstendina Sûrî – Sûrî), bi mebesta danasînê bi bendên rêkeftina Sîdawê (tunekirina tevaya şêweyên rigezperestiya li dijî jinan), û helwestên dewletî ji vê rêkeftinê. 

Oldar, mafnas, çalakvanên civaka sivîl û ji bilî wan, kesên cuda ji civakê, beşdarî rûniştina danûstendinê bûn, û beşdariya jinan jî bi rêjeya 70% bû.

di destpêkê de, wateya gotina CENDER û cudahiya di navbera wê û zayendê de, hatine şîrovekirin, di milê cara yekem de, ji baikaranîna gotina CENDER di kongirên navdewletî de.

Herwiha, di rûniştinê de, danasîn bi rêkeftina Sûdaw hate kirin, tevlî dîroka encamdana wê bi kurtayî, û giringiya vê rêkeftinê, û cêwaziya wê beramberî rêkeftinên din yên girêdayê bi dozên jinan ve.

di dawiyê de, danûstendin libarê helwesta Sûriyê ji vê rêkeftinê hatine encamdan, û berbendbûna wê li ser hejmarekê ji bendên rêkeftinê.

Ji hêla xwe ve, kesên beşdar tekezî li ser hejmarek xal kirin, ji nav wan, pêwîste berbendbûnên Sûriyê li ser bendên rêkeftina Sîdaw werin rakirin, û kar bibe jibo guhertina yasayên alîkar di regezperstiya li dijî jinan, herwiha, belavkirina têgihiştinê di civakê de, libarê danasîna bi mafê mirovan bi giştî, û mafê jinan bitaybetî. 

Rêxistina NÊKSTÊP, ne hikûmî ye , ne jî sûdegirtinî ye, di sala 2021an de hatiye damezirandin, ji armancên wê, gihiştina bo civakeke geşepêdayî, bi seqaya aştiyane, û bawer e ku dikare gihertinê encam bide, û bo wê kar dike.

مشاركة: