You are currently viewing Pîvanên girêbesteke civakî ya nû li Sûriyê li ser masa NEXTEP ya danûstendina ye

Pîvanên girêbesteke civakî ya nû li Sûriyê li ser masa NEXTEP ya danûstendina ye

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê, wekû dirêjahiyekê ji pirojeya “danûstendina Sûrî – Sûrî” re, lidarxist, ev rûniştin libarê pîvanên girêbesteke civakî Sûrî ya nû ye, ku di dîroka 25/11/2021an de, li bajarê Qamişlo, bi rê ve çû.

14 kes beşdarî rûniştinê bûn, di nav wan de, siyasetmedar û akadîmîsiyan û çalakvanên civka sivîl hebûn, bi mebesta gotûbêjkirina xalên girêbesta civakî ya Sûriyê, û pêwîstiyên guhertin û sererastkirina wê, li gorî rewşa Sûriyê ya dema niha, di milê çawaniya bikaranîna vê girêbesta civakî li tevaya herêmên Sûriyê.

Piraniya beşdaran tekezî li ser giringiya zanistdariya Sûriyê kirin, û pejirandina ne navendiya desthilatdariyê, bi dûrahî ji regezî û neteweyî, û guhdana bi hêviyên tevaya xelkên Sûriyê û berjewendiyên wan.

Ji hêleke din ve, beşek ji beşdaran tekez kirin ku pêwîste lê veger li hevpeymanên herêmî û navdewletî çêbibe, li gorî berjewendiyên xelkên Sûriyê, di milê giringiya hebûna nasnameyeke niştîmanî Sûrî kû tevaya xelkên Sûriyê li xwe kom bike, û avakirina rêjîmeke siyasî dûr ji siyaseta paşguhkirinê, da ku tevaya pêkhateyên Sûriyê li xwe bigire.

Herwiha, beşek ji beşdaran tekez kirin ku pêwîstî heye bi pejirandina pir rengiya regezî di zagona Sûriyê di pêşerojê de, û qebûlkirina zimanên pêkhateyên din di milê zimanê fermî de, li deverên ku pir rengî lê peyda dibe.

Hin xalên girêbesta civakî bûne cihê navkokîtiyê li cem beşdaran, ku hin nerîn hatine diyarkirin libarê pêwîstiya zêdekirina xalên pabend bi hêviyên ciwanan, û zelalkirina çawaniya belav kirin û birêvebirina samanên abûrî, çi ji hêla belavkirin û birêvebirina wan bi dadperwerî, û çi ji hêla bikaranîna wan di bihêzkirina avaniya binveyî.

Rêxistina NEXTEP ristek ji rûniştinên danûstendina lidar dixe, libarê dozên civakî û siyasî yên cuda, bi mebesta fêmkirieke kûr ji hemû aliyên van dozan, û çawaniya gihiştina bo rêyên çaresekirina wan.

مشاركة: