You are currently viewing Perwerdeya libarê fêrkirina çawaniya manê li NEXTEP bi dawî bû

Perwerdeya libarê fêrkirina çawaniya manê li NEXTEP bi dawî bû

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rêxistina NEXTEP perwerdeyek li navenda xwe li bajarê Qamişlo, bi dawî kir, ev perwerde bi serperştiya her yek ji D. Masa El – Kurdî û mamoste Elî El – Zu’bî, û bi alîkariya dezgeha “zarok û ceng”, bi dirêjahiya çar rojan, çawaniya manê, fêr kirin, di dîroka 28/11/2021an de.

20 kes di vê perwerdeyê hatine armanc kirin, ew kes, çalakvanên civaka sivîl bûn, ku fêrî çawaniya manê bûn, libarê bandora şer li ser zarokên ku di nava bûyerên şer de, zaroktiya xwe diqedînin.

Kesên ku di perwerdeyê de hatine armanc kirin, fêrî hînkirina zarokan bo teknîkên cuda bûn, bi mebesta ku ev teknîk bi zarokan re alîkar bin, da ku bandora bûyerên cengê yên bi êş, derbas bikin, heman bûyerên ku di bîra wan de hatine çandin, û li ser derûniya wan, bandoreke neyînî encam dan.

Di perwerdeyê de, kesên ku hatine armanc kirin, herwiha, fêrî çawaniya danûstendina bi malbatên van zarokan re jî bûn, bi mebesta ku alîkar bin, di başbûna derûnî ya zarokên xwe de.

Perwerde, bi dirêjahiya çar rojan, berdewam kir, têde, kesên hatine armanc kirin, bi awayekî piraktîk, fêrî teknîkên pêwîst bûn, da kû bi kûrahî van teknîkan fêm bikin, tevlî naskirina armanca her teknîkekî ji wan, di milê zelalkirina hin astengiyên ku weheye di dema bi cih kirina van teknîkan de, diyar bibin.

مشاركة: