You are currently viewing NEXTEP RÛNIŞTINEKE DANÛSTENDINÊ LI REQAYÊ LI DARDIXE LI JÊR NAVÊ: NASNAME Û QEZENCA HEVBEŞ

NEXTEP RÛNIŞTINEKE DANÛSTENDINÊ LI REQAYÊ LI DARDIXE LI JÊR NAVÊ: NASNAME Û QEZENCA HEVBEŞ

Rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê, di nav pirojeya “danûstendina Sûrî – Sûrî” de li dar xist, ev rûniştin li bajarê Reqayê, di dîroka 25/12/2021 de, bi rê ve çû.

19 kes beşdarî rûniştinê bûn, di nav wan de, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl, ji xelkên bajarê Reqayê ne, bi mebesta gotûbêjkirina naveroka rûniştinê.

Rûniştina danûstendinê bi danasîna hejmarek tîgehên têkildar bi mijara rûniştinê ve, dest pê kir, mîna nasnameyê, û girêdayîbûn, û alîgirtin, û cudahiya di navbera wan de, û nêrînên cêwaz ew bûn ku, nasname tê guhertin li gor rewşa aramiyê, herwiha, toreya girêdayîbûnê berfireh bû, lê bi berdewamiya şer li Sûriyê, roj bi roj tengtir dibe.

Beşek ji amadebûyan diyar kirin ku berdewamiya şerê li Sûriyê, û bikaranîna aloziyê ji aliyê civaka navdewletî ve, dibe ku bibe sedema helandin, betalkirin yan jî lawazbûna hin nasname û girêdanan, û bikaranîna aliyekê ji bo berjewendiyên taybet dibe sedem ku girêdanên mayî qels bibe.

Yek ji mijarên danûstendinê pêwendiya di navbera nasname, û qezenceyên hevbeş û berjewendiyan de bû, ku tê de nêrîn ji hev cuda bûn, ji wan jî ku hevbeşiya xelkên Sûriyê di qezenceke hevbeş de, di dema niha de destpêka bidawîhatina aloziya Sûriyê ye, û pêwîst e ji rewşa herêmî yan jî berjewendiya herêmî ber bi nasnameyeke berfireh ve derbas bibe û berjewendiya giştî bi dest bixe.

Beşek ji amadebûyan jî, tekezî li ser wê yekê kirin ku qezencî û berjewendiya giştî pêwîstiya wan bi hebûna saziyên mezin heye; Saziyên pispor di danûstendinê de, û yên din ên netewî, û çavdêrî li ser serpereştiyên van saziyan hebe, di demekê de ku ti razîbûn di nav Sûriyan de, tune ye.

Rûniştin bi hejmarek pêşniyaran bi dawî hat, di nav wan de pêwîstiya birêvebirina pirrengiyê, û aktîvkirina peymannameyên mafên mirovan, ji bilî pêkanîna girêbesteke civakî ku xelkên Sûriyê têde beşdar bibin, herwiha, pêwîstiya bi aktîvkirina rola saziyên çavdêrî û saziyên civaka sivîl, rola beşdariya civakî, û kar li ser belavkirina hişmendiya pêwîst ji bo pêşî li qezencî û berjewendiya giştî li ser berjewendiya teng û taybet, belavkirina çanda yasayî û karkirina ji bo bilindkirina hişyariya civakê ji bo zanînê, û rêzgirtina wêو herwiha, bikaranîna wê, û kar ji bo kêmkirina nakokiyên di navbera herêm û pêkhateyan de.

مشاركة: