You are currently viewing NEXTEP RÛNIŞTINA DUYEM DI PIROJEYA KIRÎZA AVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ LIDAR DIXE

NEXTEP RÛNIŞTINA DUYEM DI PIROJEYA KIRÎZA AVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ LIDAR DIXE

Amadekirin: Sulnar Mihemed
Wergerandina Kurdî: Arya Hacî

Rêxistina NEXTEP di çarçoveya pirojeya hevbeş bi radiyoya WELAT FM re, û bi piştgirî ji rêxistina FPU, rûniştina duyem ya danûstendinê, lidarxist, ev rûniştin di 15ê Gulana 2022an de, li bajarê Qamişlo, bi beşdariya rojnemevan, siyasetmedar, mafnas, û çalakvanên civaka sivîl, bi rê ve çû, libarê bandora kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, li ser rûdana koçberbûna ber bi hundir yan ber bi derve ve.

Di beşê yekem de, bandora kirîza avê, berî sala 2011an, hate gengeşe kirin, nêrîn libarê vê xalê, cuda bûn, hin ji beşdaran diyar kirin ku, koçberkirin ji hêla rêjîmên desthilatdar ve, pilankirî bû, û kirîza avê yek ji sedemên wê bû, wekû dema zuhabûna çemê Xabûr, û koçberiya ku bi sedema wê encam da, jiber ku xelkên deverê, di encama kêmbûna avê de, karê çandiniyê jidest dan, herwiha, paşguhkirina gundewaran ji hêla xizmetguzariyê ve, pêla koçberkirina ber bi bajaran ve, encam de.

Di beşê duyem de, gengeşe li ser bandora kirîza avê li ser koçberiya hundirîn û derve, piştî sala 2011an, bi rê ve çû, tevaya beşdaran xwedî yek nêrîn bûn, ku Tirkiya xwedî rola sereke bû di rûdana kirîza avê de, piştî kontrolkirina stasiyona Elok li Serê Kaniyê ji hêla hêzên Sûrî yên girêdayî wê ve, ev kirîz bitaybet li bajarê Hesekê bû, ku hejmarên mezin ji xelkên wê, koçber bûn, ji hêleke din ve, hin ji beşdaran dîtin ku koçberiya ji deverê, di encama sedemên li ser hev e, di pêşî de jî, kêmbûna avê.
Berî bidawîkirina rûniştinê, birêvebirê wê vîdyoyek li pê beşdaran Xunîşêda, libarê azarên Lewend Dawê, ciwanekî ji bajarê Hesekê, ku bi sedema kirîza avê, ji bajarê xwe bar kir, û li bajarê Qamişlo bi cih bû, Lewend ji hêla xwe ve, tekez kir ku kirîza avê bibû astengiyek li pêşiya tevaya karên wî, ku bendewariya avê, bo demjimêrên dirêj, berdewam dikir, di encamê de, biryara koçberkirina hundirîn stend, û ber bi Qamişloyê ve hat.

Di dawiya rûniştinê de, beşdaran kedên kirî bo bidawîkirina diyardeya koçberiyê, û çareyên pêşiniyarkirî, gotûbêj kirin, û tekez kirin li ser giringiya dîtina çareyên demdirêj, ne tenê çareyên demdarî, herwiha, giringiya ku rêveberiya xweser rahêje berpirsayetiya xwe di vê mijarê de, tevlî giringiya piştpêbestiya li ser pisporan, jibo dîtina çareyên bi sûde ji kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê re, û bitaybetî li Cizîra Sûrî, wekû deverên Reqa û Dêrezorê, yên ku guhdaneke taybet ji hêla rêxistinên navdewletî ve, dîtin, herwiha, giringiya têgihiştinkirina xelkên deverê bi rê pêşandana bikaranîna avê.

Ev rûniştin, tê di çarçoveya pirojeyeke hevbeş de, di navbera rêxistina NEXTEP û radiyoya WELAT FM, û bi piştgirya rêxistina FPU, libarê kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi armanca gihiştina ber bi pêşiniyaran ve, da ku li gor wan, rêyên çareserkirina vê kirîzê, bêne avakirin.

مشاركة: