You are currently viewing NEXTEP RÛNIŞTINA DAWÎ DI PIROJEYA KIRÎZA AVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ LIDAR DIXE

NEXTEP RÛNIŞTINA DAWÎ DI PIROJEYA KIRÎZA AVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ LIDAR DIXE

Amadekirin û wergerandina Kurdî: Arya Hacî


Rêxistina NEXTEP rista rûniltinên danûstendinê di çarçoveya pirojeya kirîza avê  li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi rûniştinekê li bajarê Reqayê, bidawî kir, ku di 19ê Gulana 2022an de, libarê bandora kêmbûna ava Firatê li ser tendirûstiya giştî, û çandinî, û ajelan, bi rê ve çû, bi beşdariya kesên ku ziyan gihiştiye wan, tevlî rojnemevan, û nûnerên desthilata xwecihî di bajêr de.

Di beşê yekem ji rûniştinê de, hin ji beşdaran tekez kirin ku, kirîza avê li Reqayê, bandoreke mezin li gelek aliyan kiriye, di nav de, tendirustiya giştî, di encamê de, gelek nexweşî di nav xelkên bajêr de, belav bûn, sedema vê yekê, li gor beşdaran ew e, ku rêjeya avê kêm bûye, di encamê de av temar bûye, û rêjeya gemarbûnê têde, bilind bûye, di demekê de, ku xelkên deverê aveke gemar ji deverên nêzîk bikar tînin, lewma nexweşiyên gurçikan di nav xelkê de, belav bûn, û sedema duyem ew e, ku guhdan bi stasiyonên parzinandina avê, kêm bûye, û ji demeke dirêj ve, ne hatine çaksaz kirin.

Ji hêleke din ve, û li gor hin ji beşdaran, di beşê duyem ji rûniştinê de, li Reqayê, rûxaneke diyar di warê çandiniyê de, rû da, û rûberê ku hatibûne çandin, ji 550 hezar hektar, daket ber bi 180 hezar hektar, û sedema ku ev bandora neiyînî zçde kir, ne peydabûna pirojeyên nemûnî, û tinebûna piştgiriya lêkolînên çandiniyê, di milê guhertina bejayî, û girtina zeviyên çandiniyê bo çêrê, herwiha, beşdaran tekez kirin ku, pêwîstiya çandiyaran bi piştgiriyê heye, da ku karîbin rêyên avdanê yên nû, bikar bînin, û rêjeya ziyanan kêm bikin.

Libarê bandora kirîza avê li ser ajelan, ev bandor bi geek awayan bû, yek jê, tunebûna êm, di encama ziyana ku gihişte çandiniyê, ev yek hişt ku çandiniyar berê xwe bidin êmkirina ne baş, herwiha, qaçaxiya pez ji deverên jêr kontrola rêveberiya xweser, ber bi deverên jêr kontrola hikûmeta Sûriyê ve, zêde bû, bi rêjeya 100 ta 150 serî pez rojane, ev yek bi sedema cudabûna nirxan di navbera herdû deveran de, ku li deverên rêveberiya xweser, kêmbûneke mezin di nirxê pez de, tê dîtin, di milê buhabûna nirxê êm de, ji hêleke din ve, di encama kêmbûna avê de, gelek nexweşî di nav ajelan de, belav bûn, û di encamê de, hejmarên mezin ji wan mirin.

Di beşê dawî ji rûniştinê de, hejmarek pêşiniyar ji hêla beşdaran ve hatine pêşkêşkirin, yek ji wan, jinû belavkirina avê, di rêya avakirina stasiyonên şêrînkirinê de, û venihêrkirina avê û rêjeya pilokan di nav ava Firatê de, herwiha, tekez kirin ku pêwîstiya deverê bi bendavên rêxistinkirinê heye, di milê gihştina ber bi piştgiriyekê ve, bo bikaranîna rêyên nû di avdanê de, û çaksazkirina stasiyonên parzûnkirinê, û parzûnkirina ava bîrên heyî.

Ev rûniştin, tê di çarçoveya pirojeyeke hevbeş de, di navbera rêxistina NEXTEP û radiyoya WELAT FM, û bi piştgirya rêxistina FPU, libarê kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi armanca gihiştina ber bi pêşiniyaran ve, da ku li gor wan, rêyên çareserkirina vê kirîzê, bêne avakirin.

مشاركة: