You are currently viewing NEXTÊP pîvanên girêbesteke civakî ya nû jibo Sûriyê li Dêrezorê gotûbêj dike

NEXTÊP pîvanên girêbesteke civakî ya nû jibo Sûriyê li Dêrezorê gotûbêj dike

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê, libarê pîvanên girêbesteke civakî ya nû li Sûriyê, li bajarê Dêrezor, li darxist, ev rûniştin wekû dirêjbûnekê ye ji pirojeya “danûstendina Sûrî – Sûrî” di 28/11/2021an de, bi rê ve çû.

Rûniştina danûstendinê bi beşdarbûna 16 kesan hate li darxistin, ew beşdar, kesên rojnemevan bûn, herwiha, çalakvanên civaka sivîl û mafnas û kesayetiyên civakî yên xwedî bandor ji xelkên bajarê Dêrezorê ne, ku di destpêkê de, pêşdeçûnên li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ji hêlên siyasî û abûrî û xizmet guzarî ve, gotûbêj kirin.

Libarê bendên girêbesta civaka ya nû li Sûriyê, hejmarek ji beşdaran tekez kirin ku, pêwîste ev girêbest rojeriyek be ji nasnameya civakê be, û yasayên ku di girêbestê de hene, ji ragihandina cîhanî ya mafê mirovan hatine wergirtin, û têgihandina islamî bo razîkirina misilmanan hatiye diyar kirin, jiber ku dema nakokiyek di navbera dibistanên têgihandina islamî û ragihandina cîhanî ya mafê mirovan de rûdide, dê ragihandina cîhanî jêder be.

Herwiha, beşdaran dawaz kirin ku, birêvebirina ne navendî ne tenê di warê rêveberî û abûrî de were bicî kirin, û ji hêleke din ve, daxwazên din hatine diyar kirin ku, pêwîste dadperweriya êkolojî were zelal kirin da ku tevaya xelkên di civakê de bi şçweyekî rast fêm bikin.

Beşdaran herwiha dîtin ku, pêwîstî heye bi tevlîkirina hin bendên girêdayî bi rewşa girtiyan, û çawaniya serbest berdana wan, û naskirina çarenivîsa wendayan, di milê giringiya gihandina van bendan bo xelkên Sûriyê yên ku li derve dijîn, bi rêya lidarxistina rûniştinên danûstendinan û rapirsînan û di rêya ragihandinê re.

مشاركة: