You are currently viewing NEXTEP METIRSIYA BANDORA KIRÎZA AVÊ LI SER PÊKVEJIYANA AŞTIYANE LI HESEKÊ GOTÛBÊJ DIKE

NEXTEP METIRSIYA BANDORA KIRÎZA AVÊ LI SER PÊKVEJIYANA AŞTIYANE LI HESEKÊ GOTÛBÊJ DIKE

Amadekirin û wergerandina Kurdî: Arya Hacî 

Rêxistina NEXTEP metirsiya bandora kirîza avê li ser pêkvejiyana aîtiyane li Hesekê, di rûniştineke danûstendinê de, di 17ê Gulana 2022an de, wekû mijareke sereke li ser masa danûstendinê, gotûbêj kir, ev rûniştin wekû berdewamiyekê ye je pirojeya ku NEXTEP bi hevbeşiya DEZGEHA WELAT YA RAGIHANDINê re, û bi piştgirî ji hêla rêxistina FPU, bi rê ve dibe. 

Rojnemevan, û çalakvanên civaka sivîl, û hejmarek ji kesên ku di encama kirîza avê li Hesekê de, ziyan gihiştiye wan, beşdarî rûniştinê bûn, bi armanca gotûbêjkirina rewşa vê kirîzê li Hesekê, û metirsiya ku bandorê li pêkvejiyana aştiyana li bajêr bike, di milê rola aliyên xwedî bandor di cenga Sûriyê de, û erkê ku dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl de, bo bidawîkirina bandora vê kirîzê li ser pêkvejiyana aştiyane.

Di beşê yekem ji rûniştinê de, sedemên vê kirîzê, ji hêla beşdaran ve, hatine diyar kirin, yek ji wan ku, stasiyona Elok wekû fiîarekê ji hêla Tirkiyê ve, tê bikaranîn, herwiha, zêdebûna pêlên koçberiyê ber bi bajarê Hesekê ve; wate zêdebûna hejmara xelkê li bajêr, tevlî kêmbûna rêjeya ava Firatê, û guhertinên bejayî, tevaya van sedeman, roj bi roj, kirîza avê aloztir dike.

Libarê bandora kirîza ava Hesekê li ser pêkvejiyana aştiyane, hin ji beşdaran tekez kirin ku, hejmarek şer û pevçûn bi sedema avê, û birîndar di van şeran de hebûn, di encama bikaranîna çekên sipî de, herwiha, di nêrîna hin ji beşdaran de, ku belavkirina avê di xizanan de, wekû biçûkkirinekê ye di derheqê xelkên deverê de, tevlî vê yekê, têgihiştina civakî ji hêla hin xelkên bajêr de, di çarçoveya ezîtiyê de ye, lewma av tê rijandin, di encamê de, nakokî û şer di navbera welatiyan de çêdibin, ji hêleke din ve, beşdaran diyar kirin ku, fişara derûnî û rewşa jiyanê ya zehmet, dibin sedema van nakokiyan, û tevlî ku ev nakokî hêsanin, lê berdewamiya wan, dê metirsiyê li ser rewşa pêkvejiyana aştiyana çêbike.

Di  beşê duyem ji rûniştinê de, rola aliyên xwedî bandor di cenga Sûriyê de, di alozkirina kirîza avê de, hate gotûbêj kirin, û her yek ji Tirkiyê û Rûsiya û Amerîka û hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xweser, wekû aliyên sereke di vê kirîzê de, têne destnîşankirin, rola Rûsiyayê dikeve çarçoveya pêkanîna berjewndiyên wê de, lê rola Tirkiyê, wekû dûr ji mirovahiyê hate binavkirin, jiber ku avê wekû çekekî di cengê de bikar tîne, lê rêveberiya xweser, pirojeyan û çareyên bê sûde pêk tîne, wekû pirojeya bîrên Himmê, ku ava tevaya wan ne dihate vexwarin, herwiha, hejmarek ji beîdaran dîtin ku, weheye hin welat bandora vê kirîzê li ser pêkvejiyana aştiyana bikar bînin, da ku qezencên siyasî bi dest bixin.

Libarê rola rêxistinên civaka sivîl, di bidawîkirina vê metirsiyê de, beşdaran tekez kirin ku pêwîste hevkarî di navbera rêxistinan û rêveberiya xwe ser de, çêbibe, da ku karîbin bigihêjin rêxistinên navdewletî, û sûde ji ava çemên Firat û Dicle were kirin, di milê têgihiştina xelkê de di warê perwakirinê de, herwiha, pêwîste rêxistinên li deverê, pirojeyên girêdayî bi kirîza avê ve, pêşkêşî aliyên piştgir bikin, da ku çare bêne dîtin, di milê pêwîstiya deverê bi pirojeyên bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane, û daxwaza alîkariyê ji pisporan, da ku şaneyeke kirîzê bête avakirin, bi armanca gihiştina ber bi çareseriyê ve. 

Ev rûniştin, tê di çarçoveya pirojeyeke hevbeş de, di navbera rêxistina NEXTEP û dezgeha WELAT ya ragihandinê, û bi piştgirya rêxistina FPU, libarê kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi armanca gihiştina ber bi pêşiniyaran ve, da ku li gor wan, rêyên çareserkirina vê kirîzê, bêne avakirin.

مشاركة: