You are currently viewing Nextep civîna xwe ya sêyemîn li bajarê Reqayê lidar dixe

Nextep civîna xwe ya sêyemîn li bajarê Reqayê lidar dixe

Rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê li bajarê Reqayê li darxist, ev rûniştina ku libarê pêvanên girêbesteke civakî ya nû li Sûriyê bû, di 26ê Mijdara 2021an de, bi rê ve çû, ev mijar jî dirêjkirin e ji pirojeya “Danûstendina Sûrî – Sûrî” ye.

Di rûniştinê de, 18 kesên ji pêkhateyên olî û etnîkî yên cuda, û siyasetmedar û rojnemevan û çalakvanên civaka sivîl amade bûn, bi mebesta gotûbêjkirina xalên diyarker ên girêbesta civakî, û asta karîna ku li tevaya navçeyên Sûriyê bên sepandin, û li gor Guhertinên rewşa Sûriyê bên guhertin.

Rûniştin, bi gotûbêjkirina pêşhatên niha li Sûriyê, û bandora wan li ser pêşketina pirosesa siyasî, dest pê kir, nêrîn di navbera geşbînî û reşbîniyê de hatin dabeşkirin, hin ji wan dîtin ku rewşa niha li Sûriyê asteng e, ji bo dîtineke zelal ji paşerojê re, di encama derketina dosya Sûriyê ji destê xelkên Sûriyê, û ketina wê di nav destê welatên çalak di dosya Sûriyê de, di milê metirsiya êrîşeke nû ya Tirkiyê li ser deverên Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Di derbarê nerîna din de, tekez kir ku bûyerên bilez hene, çi navdewletî çi herêmî, ku dê welatên çalak neçar bikin ku bigihin çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re, û nêrîn cuda ye, di derbarê tirsa vegerandina kontrola hikûmeta Sûriyê li ser wan deverê.

Derbarê xalên diyarker ên girêbesta civakî ya Sûrî ya nû de, hin ji beşdaran li ser çend mercên ku di hin ji xalan de hatine nivîsandin, nerazîbûna xwe diyar kirin, di nav wan de, bikaranîna gotina “dewlet”, sedem ew e ku zikmaya vê gotinê li gor xelkên deverê vedgere girêdana wê bi kesayetê serok komarê, herwiha, gotina “desthilatdarî” tê wateya ku jiyana siyasî tune ye.

ji hêleke din ve, daxwazî ji aliyê beşdaran ve hebûn, bo zelal kirina pîvanên destnîşankirina gotara kînê, û kesên ku van pîvanan destnîşan dikin. 

libarê zimanê fermî li Sûriyê, beşdaran tekez kirin ku, pêwîste zimanên di hundirê Sûriyê de, têne bikaranîn, li ber çav werin girtin, û ne tenê zimanê Erebî wekû zimanê fermî, were destnîşankirin, ev yek, bi mebesta ku ziman wekû nasnameya pêkhateya were naskirin.

Di rûniştinê de, hin pêşiniyar hatine encam dan, di nav wan, bihêzkirina rûniştinên danûstendinê, û semînerên perwerdeyî, libarê mijarên Siyasî yên girêdayî bi rewşa deverê ve, herwiha, giringiya pirkirina tevlîbûna xelkên deverê, bo van rûniştinan, di milê desthiladaran de.

مشاركة: