You are currently viewing NEXTEP bi rûniştineke libarê têgeha cender .. pirojeya em danûstendinê dikin bi dawî dike

NEXTEP bi rûniştineke libarê têgeha cender .. pirojeya em danûstendinê dikin bi dawî dike

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Rêxistina NEXTEP rista rûniştinên danûstendinê, yên girêdayî bi pirojeya “em danûstendinê dikin” ve, bi dawî kir, û naveroka rûniştina dawî libarê asta belavûna wateya rast ya têgeha cender, di civaka Bakur û Rojhilatî Sûriyê de bû, û radeya pêkanîana hestiyariya cender di dezgehên ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl de, ev rûniştin di 11/12/2021de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Rûniştin bi beşdariya 13 rojenamevan û çalakvanên civaka sivîl, bi rê ve çû, bi mebesta gotûbêjkirina bandora fêmkirina şaş ji têgeha cender re, li ser rewşa civakê di vê demê de, herwiha, zehmetiyên ku têne beramberî rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl, di lêderbûna dozên cuda tev pabendiya bi hestiyariya cender.

Beşdaran danasînên cuda ji têgeha cender re diyar kirin, hin ji wan dîtin ku cender tê wateya wekheviya derfetan di navbera herdû regezan de, lê di civakê de bûye mîna beşkariyê, hin beşdarên din dîtin ku ew rolên civakî di navbera jin û mêran de ye, yên ku brêz û rawazên civakî bandora xwe li wan kirine, herwiha, danasînek ji cender re diyar bû ku jiyana hevbeş ya di navbera herdû regezan de ye.

Beşdaran diyar kirin ku, fêmkirina şaş ji têgeha cender re, xwedî bandoreke neyînî bû, di encamên de, wêneyên qamebûyî hatine bênîşkirin, ev wêneyên ku asta azadiyên jinan libarê stendina biriyarên girêdayî bi jiyana wê ve, kêm dikin, tevlî nediyarbûna bicî kirina yasayên ku jinan diparêzin di dema ku werin binpêkirin, herwiha, rêzên civakî xwedî bandoreke eşkere ne di şaşfêmkirina têgeha cender de.

Libarê rola dezgehên ragihandinê de di belavkirina têgeha cender de, û pabendiya bi hestiyariya wê ve, beşdaran tekez kirin ku, pêwîste zimanê bi awaya cender di raporên rojnamevanî de, were bicî kirin, wekû gava yekem di belavkirina têgeha wekheviya di navbera jin û mêran de, herwiha, hin zehmetî hene libarê bicîkirina têgeha cender de, mîna siyasetên rastnivîsên hin dezgehên ragihandinê, yên ku ne pabendî hestiyariya cender in di karê xwe de.

Di dawiya rûniştinê de, hin pêşiniyar ji hêla beşdaran ve hatine pêşkêşkirin, bo alîkarî kirina di belavkirina têgeha cender de bi şêweya rast, yek ji wan, lidarxistina dîdareke rojnemevanî, ku hejmara herî mezin ji dezgehên ragihandinê têde beşdar bin, da ku zehemtiyên li beramberî pabendiya bi hestiyariya cender di ragihandinê de werin gotûbêj kirin, herwiha, pêwîste rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl di warê cender de werin rahênan kirin, ji hêleke din ve, pêwîste belavkirina têgeha cender cihê xwe di nav pirojeyan de bigirin, tevlî giringiya lidarxistina kampaniyên têgihiştinê bo belavkirina têgeha rast ya cender di civakê de.

مشاركة: