You are currently viewing NÊKSTÊP RISTEK JI RÛNIŞTINÊN DANÛSTENDINÊ LIDARDIXE Û DESTPÊK JI DOZÊN CIWANAN E

NÊKSTÊP RISTEK JI RÛNIŞTINÊN DANÛSTENDINÊ LIDARDIXE Û DESTPÊK JI DOZÊN CIWANAN E

Rêxistina NÊKSTÊP dest bi restekê ji rûniştinên danûstendinan kiriye, û destpêka vê ristê, ji dozên ciwanan bû. 

kêşeyên ku astengiyan ji ciwanan re çêdikin, û çawaniya bihêzkirina rola wan di neqişkirina pêşeroja deverê de, li ser masa danûstendnan, di 18ê Eylûna 2021an de, li bajarê Qamişlo, hate danîn.

12 kes beşdarî rûniştina danûstendinê bûn, ku ciwanên ji warên cuda hatine armanc kirin, di nav wan de, xwendekarên zanîngehan, û karmendên di warê ragihandin û civaka sivîl de bûn, herwiha, berpirsên ji her yekî ji desteya ciwan û werzişê û kar û karûbarên civakî jî, beşdar bûn, bi armaca pevguhertina nêrînan, û gihiştina bo rêyekê jibo çareserkirina dozên ciwanan.

pirsa yekem di rûniştinê de, libarê paşguhkirina ciwanan bû, û piraniya bersivan, tekez kirin ku ciwan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, rastî paşguhkirinê tên, çi ji hêla rojnemevanî be, û çi ji hêla civakî û abûrî û siyasî be, di milê kêmasiyên desthilatdariyê de, ji hêla bi karanîna hêza ciwanan di xizmeta civakê de. 

Herwiha, kêşeyên di warê xwendinê de jî hatine gengeşe kirin, him ji hêla du aliya xwendinê ve, û wendabûna di navbera rêbazên rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê de, û him radeya jêhatîbûna tîma mamosteyan. 

Bi armanca çareserkirina kêşeyên ciwanan, hejmarek encam ji danûstendinan hatin encam dan, yek ji wan, bihêzkirina rola rêxistinên civaka sivîl, di riya zêdekirina rûniştinên danûstendinan, wekû derfetekî bo nêzîkkirina nêrînên ciwanan ji aliyekî ve, û civak û desthilatdar ji aliyekî din ve, di milê giringiya nûnertiya ciwanan ya bi hêz, di navendên stendina biriyaran de, û karkirineke riştî bo peydakirina derfetên kar, û bikaranîna hêza ciwanan di avakirin û xizmeta civakê de.

Hin aliyên din ji dozên ciwanan hatine gengeşekirin, mîna rastiya rewşa kar, û zehmetiyên neqişkirina siyasetên pêşerojê, û bandora fişarên civakê li ser ciwanan, û encamên wê yên xirab.

Herwiha, encamên rapirsîn û hevdîtinên ku ji hêla tîma NÊKSTÊP ve hatibûn encam dan, hatine ragihandin, armanca van rapirsîn û hevdîtinan ew bû ku hejmarke mezin ji ciwanan nêrînên xwe libarê dozên rûniştinê diyar bikin.

Rêxistina NÊKSTÊP di riya ristekê ji rûniştinên danûstendinan re, hewildide ku dozên civakî li ser masa danûstendinan gengeşe bike, bi armanca gihiştina bo encamên alîkar di çareserkirina van dozan de, û destpêk ji doza ciwanan bû.

مشاركة: