You are currently viewing NÊKSTÊP REWŞA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ GOTÛBÊJ DIKE

NÊKSTÊP REWŞA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ GOTÛBÊJ DIKE

Di çarçoveya pirojeya xwe ya bi navê “em danûstendinê dikin” de, rêxistina NÊKSTÊP rûniştineke danûstendinê, libarê rewşa karê rêxistinên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatî Sûriyê de, lidarxist, ev rûniştin di 13/11/2021an de li navenda rêxistinê hate lidarxistin.

12 kes ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl, û beşek ji civaka xwecihî jî, beşdarî rûniştinê bûn, bi mebesta gotûbêjkirina hin aliyên girêdayî bi mijara rûniştinê ve, wekû rastiya rewşa karê rêxistinên civaka sivîl, û radeya baweriya civakê bi karê van rêxistinan, û ta çi astê pirojeyên van rêxistina girêdayî pêwîstiya deverê ne, di milê şaş fêmkirina cudahiya di navbera karê mirovî û yê sivîl, û bandora vê yekê li ser karê rêxistinên civaka sivîl.

Beşdaran rastiya rewşa karê rêxistinên civaka sivîl nerxandin, ji aliyê kêmasiyên di karê wan de, û qelsbûna rola wan li hin deveran, û dûrketina wan ji dozên civakê yên giring, lê beşekî din ji beşdaran dîtin ku, roleke neyînî heye di yasayên bi rêxistinkirina karê rêxistinên civaka sivîl, û çawaniya têkiliya di navbera wan û aliyên berpirs de, ku rola van aliyan bi tenê di warê çavdêriyê de ye, di dema lu hin ji beşdaran tekez kirin ku, hebûna pardaran di navbera rêxistinan û aliyên dayîdar de, sedemeke sereke ye, ku ev rêxistin nikarîbin pêwîstiyên deverê bigihînin aliyên dayîdar.

Libarê radeya baweriya civaka xwecihî bi karê rêxistinên civaka sivîl û alîkariya wan bi hev re, nêrînên beşdaran cuda bûn, di nav de, bawerî bi rêxistinên civaka sivîl nemaye, û nezelalî û gendeliya di karmendikirinê de, herwiha, dûrketina karê hin ji van rêxistinan ji armancên wan yên sereke, di milê razîbûnek ji hin pirjeyên ku ji hêla hin rêxistinan ve hatine lidar xistin û bi bandor bûn.

Ji hêleke din ve, beşdaran asta pêwîstiya pirojeyên lidar gotûbêj kirin, û tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku pirojeyên rêxistinên civaka sivîl bi tenê li hin deveran pêk tên, û çalakiyên wan di heman mijarê de ne bêyî ku guhertinek di wan de çêbibe, tetvlî ku gelek dozên civakî hene, pêwîstiya wan bi kar heye, herwiha, beşdaran diyar kirin lu pirojeyên lidar li gorî xwesteka aliyên dayîdar in û ne li gor pêwîstiyên deverê ne.

Herwiha, şaş fêmkirina di navbera karê mirovî û yê sivîl de li ser masa danûstendinê bû, û tevaya nêrînan li ser yek xalê lihev kirin, ku civaka xwecihî naveroka karê rêxistinên civaka sivîl, şaş fêm dike, û dibîne ku pêwîste tevaya rêxistinan alîkariyên mirovî pêşkêş bikin, û beşek ji beşdaran dîtin ku ev mijar berpirsayetiya hemû aliya ye, û pêwîste ev rêxistin rûniştinên libarê karê xwe lidar bixin.

Rûniştin bi hejmarek rêyên çareseerkirina van kêşeyan bidawî hat, di nav de, karê komî, û têkiliya di navbera rêxistinên civaka sivîl de, bo lidarxistina pirojeyên pêwîst ji deverê re, û dûrketina ji çalakiyên dûbarekirî, û pêkanîna karên nû, û girtina valahiya di navbera civakê û rêxistinan de, di riya çalakiyên têgihiştinê re, û baldariya li komên bê deng di civakê de.

مشاركة: