You are currently viewing LI JÊR NAVÊ NASNAME Û QEZENCA HEVBEŞ<br>NEXTEP RÛNIŞTINEKE DANÛSTENDINÊ LI DÊREZORÊ LIDARDIXE

LI JÊR NAVÊ NASNAME Û QEZENCA HEVBEŞ
NEXTEP RÛNIŞTINEKE DANÛSTENDINÊ LI DÊREZORÊ LIDARDIXE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Di çarçoveya projeya “danûstendina Sûrî-Sûrî” de, rêxistina NEXTEP li jêr navê “Nasname û Lihevkirin – Nasname û qezenceya Hevbeş”, di 27.12.2021an de, rûniştineke danûstendinê li bajarê Dêrezorê lidar xist.

Bi mebesta gotûbêjkirina aliyên mijara rûniştina danûstendinê, 14 kes ji xelkên bajarê Dêrezorê, ji pêkhateyên cuda yên civakî, di nav wan de rojnamevan, akademîsyen û çalakvanên sivîl sivîl, beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştin bi danasîna hin têgînên girêdayî mijara rûniştinê ve dest pê kir, ji wan têgînan, nasname, û girêdanî, û hemwelatîbûn û neteweyî, û cudahiya di navbera wan de, herwiha, birêvebirê rûniştinê, bendên girêbesta civakî, bo beşdaran, diyar kir.

Yek ji mijarên rûniştinê “asta pêrawestîna bi nasnameya Sûriyê” bû, û piraniya beşdaran li ser xalekê lihevkirin, ku asta pêrawestîna bi nasnameya Sûriyê berî destpêkirina şer bihêz bû, lê piştî wê lawaz bû û ber bi tunebûnê ve çû, beşdaran sedem bi nebûna dadmendiya civakî berî destpêkirina şerê Sûriyê ve, girêdan, ji bilî tundiya ewlehî û tepeseriyê, û cudakariya mezhebî û herêmî di warên kar, û post û xwendinê de destnîşan kirin.
Piştî şerê Sûriyê, sedemên sereke, li gorî beşdaran, koçberkirina bi zorê, cudabûna navçeyî, şerê eşîran û têkçûna rewşa aborî û encamên wêranker ên şer bûn.

Herwiha, beşdaran “cudahiyê û bandora wê li ser nasnameya niştimanî ya Sûriyê” gengeşe kirin, ji ber ku vê cudahiyê bandoreke neyînî li rewşa nasnameya Sûriyê kir, û beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku qezenceya hevbeş di warê dewlemendiyê de berî şer û piştî şer, bandora neyînî li ser girêdaniyê kiriye, ji ber belavkirina newekhev ya dewlemeniyê an nebûna belavkirina wê, û bisînorkirina berjewendiyê ji kesên bi bandor re.

Rûniştin bi hejmare ji pêşniyaran bi dawî hat, di nav wan de, sepandina dadmendiya civakî li Sûriyê, bi rêya sepandina yasayan ji her kesî re, û dabeşkirina wekhevî ya dewlemendiyê , û jinû avakirina dezgehên jiyanî û şerê li dijî gendeliyê, ji bilî aktîvkirina rola ya rêxistinên civaka sivîl û tevlêkirina hemû pêkhateyan di nûneratiya siyasî û xwerêveberiyê de, û veguheztina siyasî ya aştiyane ya desthilatê, bihêzkirina nasnameya Sûrî bi riya bernameyên hişyariyê û fêrkirina mijara nasnameya Sûrî di saziyên perwerdeyê de.

مشاركة: