You are currently viewing Kırîza Avê .. Beşekî din ji Beşên Koçberiyê ye

Kırîza Avê .. Beşekî din ji Beşên Koçberiyê ye

Kaniwar Mizher

Ev kar bi piştevaniya Hevgirtina Ewropî, hatiye berhemdan, ne giring e ku naveroka vî karî, li gorî nêrînên Yekgirtina Ewropî be, ew bi tene berpirsyariya Kaniwar Mizher e, ya ku ev rapor bo hevbeşiya di navbera rêxistina NEXTEP û radyoya WELAT FM re, amade kiriye.

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Li ser rêya ku diçe mala wî, “Lewend” koncaline tije av dibîne, ava ku bibû sedema derketina wî ji bajarê wî, dîmenek bû, ji hêla Lewend ve, hatibû jibîr kirin, berî ku koçberî Qamişloyê bibe, dîmeneke ku her gav zehemetiya ku bi sedema wê ji bajarê xwe derket, bi bîra wî tîne.
Bi kêşana kesereke dirêj, Lewendê 33 salî dest bi axaftinê kir, û di derbarê wan sedeman de, ên ku ew neçar kirbû dev ji bajarê xwe berde, û ji berî heft mehan ve, li bajarê Qamişlo bi cih bibe, ji Radyoya Welat FM re axivî û got “Min nedixwest ez derkevim, ji ber ez pir girêdayî bajarê xwe ve me, lê nebaşbûna rewşa jiyandinê û xizmetguzariyê, di serî de jî kirîza avê, ku demjimêrên dirêj, tê birîn, û gemariya ava sarincan, tevaya van sedeman, ez neçar kirim ku derbider bibim”.
Lewend dibêje ku kêmpeydabûna avê û qutbûna wê ya berdewam, her weha nepaqijiya ava sarincan ya ku wan ji neçarî dikirî da ku pêdiviyên xwe pê bi cih bînin, li kêleka lawaziya xizmetguzariyê, ew sedemên sereke ji koçberiya wî re bûn.
Sedema herî giring ya ku hişt Lewend ber bi bajarekî din ve biçe, metirsiya wî û ya hevjîna wî bû ku zaroka wan ji ber bikaranîna ava nepaqij nexweş bikeve. Dêmek ew neçar bibû ava paqijkirî ji malbata xwe re bikire, û ji Qamişlo ku li wir kar dike, bo malbata xwe ku li Hesekê dijîn, bibe, di milê tirsa wî li ser dayka wî ya ku nexweşa gurçikan bû. vê yekê barê wî yê darayî girantir dikir. Li gorî gotina wî.
Lewned mîna tevaya xelkên bajarê Hesekê, av ji xwediyên sarincan dikirî, lê hin ji wan sarincan berê ji bo veguhestina bûjenên petrolê hatibûn bikaranîn, Lewra rêjeya gemarê di ava wan de zêde bû, tevlî ne paqijiya jêderên avê yên guherêk, ev yek bû sedema çêbûna metirsiyeke mezin li ser tendirustiya wî tev malbatê.

Û di encama bikaranîna xelkên bajêr ya berdewam, ji vê avê re, hin nexweşî di nav wan de belav bûn, nemaze di nav zarokan de, ji hêla xwe ve, hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî, diyarkirin ku di Hezêrana bihurî de, “nexweşxaneya Gel” li bajarê Hesekê, rojane, pêşwazî li 100 rewşên jehrî û kulbûnê dikir, tevlî ku navçûn û bilindbûna tîna germahiyê li wan xuya dikir, ew jî bi sedema bikaranîna ava ji jêderên ne ewle
Ji Tebaxa 2020an ve, xelkên bajarê Hesekê, di encama kirîza avê de, gelek zehmetiyan dibînin, ev yek piştî ku Turkiyê û hêzên Sûrî yên bi ser wê ve, di Cotmeha 2019an, bajarê Serê Kaniyê kontrol kirin, ku stasyona Elok li wir dimîne, ev stasyona ku jêdera sereke ye bo ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re, ji hêla xwe ve, rêxistina Human Rights Watch, Turkiya tometbar kiribû, ku ew dixwaze ziyanê bigihîne sivîlên li Rojhelatê Feratê, bi rêya birîna ava vexwarinê ji ser wan, Ev yek metirsiya belavbûna nexweşiya Koronayê jî zêde kir.
Lê di heman demê de, Turkiya van tometan red dike, û dibêje ku stasyona Elok bi enerjiya elektrîkê ya ji Bendavê Tişrînê tê, kar dike, û ev bendav di bin destê Rêveberiya Xweser de ye, ya ku ji Cotmeha 2019an ve, bi berdewaî û bi qastî, elekitrîkê ji ser stasyonê dibire.

Bidestxistina ava sarincan jî ne hêsan bû, bi sedema ku pêw,st, bi dehê hewildanan heye, ta ku dora hatina sarican bidest mirov bikeve, Li gor ku Lewend dibêje, yên ku kirîza avê bi “rehitkirî” binav kir, bi sedema ku demên gihiştina avê ji stasyona Elok, ne rêxistinkirî ne, ev yek dihişt ku her demê di rewşa benewariyê de be, da ku pêwîstiya xwe ji avê peyda bike, xala herî zehmet, ku pirê caran, av di demjimêrên sibeha zû de, digihşte bajêr, di heman dema birîna elekitrîkê de, û çi kesên ku nikarîbin avê bidest bixin< dê neêar bibin ta hefteyeke din, bendewarê hatina avê bin, yan jî, ber bi ava sarincan ve biçin.
Ev kirîza avê, bû sedem ku Lewend û gelek ji xelkên bajarê Hesekê, dev ji bajêr berdin û berê xwe bidin gund û bajar û deverên ku av li wan peyda dibe, revek ji zehmetiyeke ku jiyana wan, pûç dike.

Wekû çareyeke demkî bo peydakirina avê ji xelkên Hesekê re, di destpêka sala çûyî de, rêveberiya avê ya giştî, ya bi ser rêveberiya xweser ve, çend proje ji bo kişandina avê ji bajarê Hesekê re, dane destpêkirin, yek ji wan, projeya kişandina avê ji çemê Feratê bû, li gorî daxuyaniya rêveberiya avê armanc ji vê pirojê ew e, kişandina ava çemê Feratê ji stasyona Sûr li rojhilatê Dêrezorê, ber bi stasyona Şedadê ve, li gundewarê Hesekê, û ji wir ber bi stasyona avê ya 47an, û ber bi bajarê Hesekê ve, û hin berpirsên rêveberiya xweser ji dezgehên ragihandinê re diyar kirin ku proje, dê derdora 20% ji pêdiviya bajarê Hesekê ya avê pêk bîne, ew şûna stasyona Elok nagire û jê re nabe berdêl, lê ew ji bo sivikkirina krîza avê çareseriyek e.

Rewşa Şînda Hisên ya 38 salî ne cuda ye, ew jî bi malbata xwe re ji bajarê Hesekê koç bibû û li bajarê Amûdê bi cih bû, ev koçbûn piştî rûdana krîza avê li bajarê Hesekê çêbû. Piştî mehekê ji derbideriya wan, û ji ber bavê wê pir girêdayî taxa xwe ya kevin bû, û nikarîbû fêrî jiyana li cihekî din bibe, Şînda neçar bû ku careke din, tev malbatê, li taxa xwe vegere û aresteyî krîza avê bibe.


Lê pêjina derbiderî û koçberiyê ji hişê Şînda û gelek xelkên bajêrdûr ne çûye, ku bi sedema kirîza avê gelek malbat ji hev belav bûn, hin ji wan yan mirovek ji malbatê yan jî, hevalekî nêz, dûr ketiye, mîna Şînda ya ku apê wê û hevala wê ya nêzîk koçî Qamişlo bûn, ji ber nema dikarîbûn bi krîza avê re bijîn.
Kela girî di gewriya Şînda de ma, dema di rêya Whatsapp re, ji Radyoya Welat re diaxivî “Hestekî pir bi êş e dema yek ji malbata te, yan hevalekî/e te yê/a nêz ji ber kêmpeydabûna avê ji te dûr bikeve, bavê min ji ber dûrketina ji apê min pir xemgîn e, û ez jî bêriya hevala xwe dikim.
Şînda rewşa taxa ku lê dijî di dema gihiştina avê de tîne ser ziman, û dibêje: “dema ku av digihêje taxa me, em dev ji hemû karên xwe berdidin, û li benda hatina avê dimînin, û dema av digihe, hemû xelkên taxê (ji biçûk û mezinan) dikevin rewşa amadebûnê de, di cih de agahiyê digihînin hevdû, çi bi rêya têkiliyan yan jî malperên civakî.”


Bandora kirîza avê gihişte têkiliyên civakî jî, Şînda da diyarkirin ku ew carcaran neçar dibin lêborîna xwe ji pêkanîna hin erkên civakî bixwazin, jiber ku dikevin dema gihiştina avê, herwiha, dema ku mêvan ji derveyî bajêr serdana wan dikin, ew ji ber kêmpeydabûna avê li pêş wan ferdîkar derdikevin.
Û dibe ku kirîza avê nakokiyan di nava malbatan bi xwe de jî çêbike, wek ku di navbera bav û dêya Şînda de, çêbû, ya ku destnîşan kir ku bi sedema kirîza avê gelek nakokî di navbera dê û bavê wê de çêdibin.
Ev tişt hemû bandorê li rewşa Şîna ya derûnî kirin, û dihêlin ku ew her roj di koçberiyê de bihizire.
Li gor nêrîna Lewend û Şînda, çareyên ku rêveberiya xweser jibo kirîa avê pêkanîne, ne li gor gewdê wê ne, jiber ku ew çareyên demkî ne û krîza avê çareser nakin, Lewra wan ji rêveberiya xweser xwestin ku çareseryên bingehîn û demdirêj bibînin, mîna alîkariya ku pêwîste di nav rêveberiya xweser û rêxistinên mirovî yên li deverê kar dikin, çêbibe, bi armanca pêkanîna pirojeyên ku bibin rêyek ji çareseriya kirîza avê re, û gihiştina bo rêeykê da ku stasyona Elok ji nakokiyên siyasî, were dûrxistin.

مشاركة: