You are currently viewing KÊMÎ Û PIRANÎ: NAVEROKA RÛNIŞTINA NÊKSTÊP LI BAJARÊ QAMIŞLO YE

KÊMÎ Û PIRANÎ: NAVEROKA RÛNIŞTINA NÊKSTÊP LI BAJARÊ QAMIŞLO YE

Di çarçoveya çalakiyên bi armanca geşepêdan û avakirina aştiyê de, rêxistina NÊKSTÊP rûniştineke danûstendinê li bajarê Qamişlo, lidarxist, li jêr navê “têgeha kêmî û piranî, veguhestina ji têkiliyên hêmanî ber bi pir aliya siyasî ve” di 03/11/2021 di riya bernameya Google Meet re.

12 kes ji xelkên bajarê Qamişlo beşdarî rûniştinê bûn, di nav wan de, siyaset medar, çalakvanên civaka sivîl, û kesayetiyên serbixwe, bi mebesta gotûbêjkirina têgehên kêmî û piarî, û aliyên ku bûne sedem di perestiya van têgehan de, û rêyên gihiştina bo rêyekê ji komkirina xelkên Sûriyê bi hev re.

Beşek ji beşdaran dîtin ku, ev têgeh rewşeke normal e di çarçoveya dîroka deverê de, û beşê din, ev têgeh vegerand bo piştîneya islamî ya ku di destpêka sed saliya bihurî de ava bibû, ku di wê demê de, şer di navbera pêkhateyên kêmî de rû da, lê nêrîna sêyem got ku, cenga Sûriyê û lawaziya dewleta navendî, sedema derketina têgeha kêmî bû, di milê lawaziya nasnameya niştîmanî di navbera xelkên Sûriyê de, di encama kiriyarên rêjîmên hukmê siyasî, yên ku valahyek di navbera civakê de çêkirin.

Libarê aliyên alîkar di hêzxistina regeziya van têgehan de, hin ji beşdaran dîtin ku, tunebûna sabareke yekbûyî ji dewletê re, û kêmbûna xweyî li cem pêkhateyên deverê, û qelsbûna bingeha civakî, asedemên alîkar bûn di regeziya van têgehan de. 

Ji hêleke din ve, hin beşdaran gotin ku, bikaranîna neyînî ya rêjîma siyasî bo rewşa pir rengî ji tevaya aliyên xwe ve, û guherîna wê bo nakokiyan, sedemê sereke bû, lê beşê sêyem dît ku gotara olî ya qafîker, û xwedîkirina malbatî, û rêbazên xwendinê, û yasayên heyî, dûrbûnek di nav pêkheateyên deverê de çêkirin, û bingeha civakê qels kirin.

Li gor nêrînên beşdaran, rêyên çareserkirina vê kêşeyê, ew e, bihêzkirina têgeha welatîneyê, û parçekirina ol û dewletê ji hevdû, û guhertina gotara olî, û bihêzkirina têgehên lêborîn û pêkvejiyan û qebûlkirina yên cuda, di milê bihzkirina hatinrêz ji Sûriyê re, dûr ji tevaya şêweyên netewî, û pêkanîna berjewendiyên Sûriyê, û karkirin bo gihiştina ber bi civakeke demuqratîk û pir alî, û bihêzkirina çanda civaka sivîl, dîtina têgeha kêmî wekû pir rengiyeke çandî.

Beşdaran tekez, li ser giringiya gotbêjkirina mijarên weha kirin, ku pêwîste di nav hejmarên mezin ji xelkên deverê de, çêbibin.

مشاركة: