You are currently viewing Di roja lêborînê ya cîhanî de… rêxistina Nêkstêp şevbuhêrkeke hunerî li bajarê Qamişlo lidardixe

Di roja lêborînê ya cîhanî de… rêxistina Nêkstêp şevbuhêrkeke hunerî li bajarê Qamişlo lidardixe

Bi boneya roja lêborînê ya cîhanî, rêxistina Nêkstêp şevbuhêrkeke hunerî, di 16/11/2021an de, li bajarê Qamişlo, lidarxist, ku hunermendên bi navê Rêbaz Çolî û Lewend Ebas û Biriyar Şêxê, ev şevbuhêrk pêşkêş kirin. 

Kesayetên civakî ji bajarê Qamişlo beşdarî şevbuhêrkê bûn, ku ji pêkhateyên cuda bûn, di nav wan de, rojnemevan û çalakvanên civaka sivîl jî hebûn, û bi cudahiya rengên xwe, pir rengiya li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, dane diyar kirin.

Armanca şevbuhêrkê ew e, komkirina xelkên bajarê Qamişlo bi pir rengiya xwe,  bo guhdarîkirina hejmarek ji sitranên bi zimanên cuda yên xelkên deverê, ku ev sitran beşek in ji makzaya çandî ya devera Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Rêxistina Nêkstêp di riya yek ji bernameyên xwe yên sereke ku avakirina aştiyê ye, kar dike jibo bihêzkirina çanda danûstendinê û qebûlkirina kesên cuda, herwiha, bihêzkirina têgeha jiyana hevbeş, bi rêya ristek ji çalakiyan ku ji rûniştinên danûstendinê dest pê kiriye, di milê pêşangeheke wêneyan de, ya ku li jêr navê “em hemû di wêneyekî de” hate lidarxistin, tevlî j-hin çalakiyên din yên ku di dema bê de dê werin lidarxistin.

مشاركة: