You are currently viewing Di pirojeya “em danûstendinê dikin” NÊKSTÊP rûniştina xwe ya dûyem lidar dixe

Di pirojeya “em danûstendinê dikin” NÊKSTÊP rûniştina xwe ya dûyem lidar dixe


متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rêxistina Nêkstêp rûniştineke danûstendinê, di 16ê Eylûna 2021an de, li bajarê Qamişlo, lidarxist, rûniştin libarê doza kuştina jinan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê bû.

11 kes beşdarî rûniştinê bûn, di nav wan de, çalakvanên civaka sivîl, û rojnamevan, û oldar, û mafnas bûn, di milê kesên din ji civakê. 

Di rûniştinê de, gelek dozên girêdayî bi mijara kuştina jinan ve hatine gengeşe kirin, di nav wan de, rola ragihandinê bû, û rola rêxistinên civaka sivîl, û yasaên ku li deverê têne bicî kirin, di milê rola olên taybet bi deverê û kesên xwedî bandor, ji hêla bandora wan ya erênî yan jî ya neyînî di vê diyardeyê de.

beşdaran hejmarek sedemên ku dibînin sereke ne di belavbûna vê diyardeyê de, anîne ziman, mîna çanda civakê ya ku bi çavekî kêm li jinan dinihêrê, û piştgiriya xwe ji rêzên êlî distîne, herwiha, cenga li Sûriyê çêbûyî û fişarên wê yên derûnî, û serdestkirina zemawendan, tevlî piştgiriya yasayên Sûriyê ji kesên ku van kuştinan dikin, ji hêla sivikkirina sizayan, û rewşa abûrî ya xirab, di milê nepeydabûna têgihiştina bi mafên jinan. 

Libarê rola yasayan di bidawîkirina vê diyardeyê de, li gorî nerînên beşdaran, ku derfeta bicîkirina yasayan bi temamî, qels e, bi sedema perçebûna xaka Sûriyê di navbera gelek desthilatdaran de, ku bidûketina tawanbaran zehmet dike, û tevlî ku yasayên rêveberiya xweser libarê tawanên kuştina jinan, ji yasayên hikûmeta Sûriyê zortir in, lê rêzên êlî bandora wan li ser civakê mezintir e.

beşdaran tekez kirin ku pêwîste têgihiştineke civakî çêbibe, tevlî bicîkirina yasayên zor di derheqê tawanbaran de.

Ji hêleke din ve, beşdaran tekez kirin ku pêwîste rola rêxistinên civaka sivîl, bi hêz bibe, ji aliyê belavkirina tegihiştinê di civakê de, ev yek dê bi alîkariya kesên xwedî bandor û oladaran, bi armanca belavkirina ramanên erênî yên alîkar di bidawîkirina çanda li dijî jinan, herwiha, tekezî li ser giringiya rola ragihandinê jî hate kirin, ku di vê demê de, ragihandin bi rola xwe ranabe, û şopandina wan ne li gorî pêwîstiyê tê kirin.

libarê rêyên çareserkirina vê dozê, di rûniştinê de, beşdar gihiştine hejmarek ji encaman, di nav wan de, têgihiştina civakê, bidawîkirina bandora rêzên civakî yên ku ziyanan digihînin jinan, û taybetmendîkirina hin rûniştinên têgihiştinê bo kesên li gundewaran, û lidarxistina komcivînên komarî, bo gihiştina hejmarên herî mezin ji xelkên deverê.

Di çarçoveya pirojeya “em danûstendinê dikin”, rêxistina NÊKSTÊP libarê hin dozên civakî, hejmarek rûniştinên danûstendinê lidar dixe, bi armanca gihiştina bo rêyên çareserkirina wan.

مشاركة: