You are currently viewing DI ÇARÇOVEYA DESTPÊŞXERIYA “EM HEMÛ DI WÊNEYEKÊ DE” NÊKSTÊP PÊŞENGEHEKE WÊNEYAN LIDAR DIXE

DI ÇARÇOVEYA DESTPÊŞXERIYA “EM HEMÛ DI WÊNEYEKÊ DE” NÊKSTÊP PÊŞENGEHEKE WÊNEYAN LIDAR DIXE

Li jêr diruşmeya “Em hemû di wêneyekî de” rêxistina NÊKSTÊP pêşengeheke wêneyên fotografîk li bajarê Qamişlo, di 01/11/2021an de, bi beşdariya heşt wênekêşên ciwan, ji bajarên Hesekê û Efrînê, lidar xist.

Wekû pêkanîna yek ji armancên rêxistina NÊKSTÊP di avakirina aştiyê de, pêşengeha wêneyan hate lidarxistin, bi mebesta diyarkirina pirrengiya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û şêweya jiyana hevbeş li deverê, wekû hewildanekê bo pêşxistina têgehên jiyana hevbeş û aştyaneya sivîl.

duyemîn armanca lidarxistina pêşengehê, piştgiriya wênekêşên ciwan, çi yên bi dezgehên ragihandinê re kar dikin, çi yên ku wênekêşî wekû talentiyekî bikartînin, jibo ku ev pêşengeh weku derfetekî bi bi diyarkirina karê wan.

Wêneyên ku ji hêla komîteyeke nirxanidnê ve hatine hilbijartin bo ku di pêşengehê de werin pêşandan, di naveroka wan de, cudahiya pêkhateyan, dêmên xelkên deverê, pir rengiya Bakur û Rojhilatî Sûriyê hatine diyarkirin.

pir rengî ne tenê di wêneyan de diyar bûn, lê beşdarên pêşengehê jî ji pêkhateyên deverê yên cuda bûn, û di nav wan de, mafnas û rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl û oldar û kesayetên xwedî bandor, û aliyên cuda ji welatiyên civaka Bakur û Rojhilatî Sûriyê bûn.

مشاركة: