You are currently viewing ÇAWANIYÊN GIHIŞTINA BO NASNAMEYEKE SÛRÎ LI SER MASA NEXTEP YA DANÛSTENDINÊ YE

ÇAWANIYÊN GIHIŞTINA BO NASNAMEYEKE SÛRÎ LI SER MASA NEXTEP YA DANÛSTENDINÊ YE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Li jêr sernavê “Cender û mafên mirovan di pirsgirêka nasnameyê de” wekû dirêjkirinekê ji projeya “danûstendina Sûrî-Sûrî re, rêxistina NEXTEP di 22.12.2021ê, rûniştineke danûstendinê, li bajarê Qamişlo li dar xist.

15 kes, ji komên cuda yên civakê, di nav wan de akademîsyen, çalakvanên civaka sivîl, parêzer û rojnamevan beşdarî rûniştinê bûn, bi armanca gotûbêjkirina mijarên wê, ku tê de kêşeyên li pêşiya hebûna nasnameyekê di nav Sûriyan de. û rola yasayên sûrî di hevyaziya li dijî  jinan de, û asta bandora wê li ser nebûna nasnameyeke sûrî ya berfireh,  herwiha, asta pabendiya Sûriyê bi peymanên navdewletî yên derbarê mafên mirovan bi giştî û yên jinan bi taybetî, û asta lihevhatina di navbera peymanên navneteweyî yên mafên mirovan û yasayên destûra niha ya Sûriyê de.

Nêrînên amadebûyan derbarê kêşeyên ku rûbirûyê hebûna nasnameyeke yekgirtî di nav Sûriyan de, cuda bûn, di navbera peyrewa rejîmên deshilatdar di desthilatê de, û dûrxistina wan ji hin pêkhateyan bi temamî ji qada siyasî, herwiha, hin ji beşdaran dîtin ku ol û bikaranîna wê, ji bo armancên niştimanî sedem e ji bo nebûna nasnameyeke berfireh ji bo Sûriyan, di heman demê de, nêrînek sêyem di nav beşdaran de xuya bû, ku sedem bi destûrê ve girêdayî ye, ew destûra ku li ser bingeha veqetandina Sûriyan li ser bingeha nijad û mezhebî, hatiye avakirin, herwiha, ne pabendiya vê destûrê bi pîvanên cender, di milê xaleke din de, ku ne hişmendiya civakê jî sedema vê kêşeyê bû.

Di derbarê rola yasayên Sûrî di heviyaziya li dijî jinê, û bandora wê li ser nebûna nasnameyeke Sûrî, beşek ji beşdaran dîtin ku yasaya Sûrî ya niha, li ser bingeha hevyaziya li dijî jinan hatiye avakirin, nêrîneke din jî diyar kirn ku hevyaziya li dijî jinan, berhema makzayiya civakî ye, herwiha, piştpêbestiya yasaya Sûrî li ser yasaya islamî ku hin bendên wê “sitemkarin” di derheqê jinan de, yek ji sedem,n neb]na nasnameyeke S]r’ ya berfireh.

Ji hêleke din ve, hin beşdar di wê baweriyê de bûn ku laygirtina ramanî û bêparkirina welatiyên Sûriyê ji mafên wan, hizra netewî beramberî hizra niştîmanî bihêztir kir, û cihêbûya di komên mezheb, û etnîkî de, li şûna nasnameyeke niştimanî ya berfireh, bi hêz kir.

Di derbarê asta lihevhatina belgenameyên navdewletî yên mafên mirovan û yasayên destûra niha ya Sûriyê, beşdaran tekez kirin ku destûra niha ya Sûriyê li ser bingeha newekheviyê ye, û nûneratiyeke rasteqîne ji bo Sûriyê di parlamentoyê de nîne, û ev destûr nikare bi her awayî bi peymanên navneteweyî re, hevaheng be.

مشاركة: