You are currently viewing BIKARANÎNA PIR RENGIYA LI SÛRIYÊ .. DÛYEMÎN RÛNIŞTINA DANÛSTENDINÊ YA NÊKSTÊP LI DÊREZORÊ YE

BIKARANÎNA PIR RENGIYA LI SÛRIYÊ .. DÛYEMÎN RÛNIŞTINA DANÛSTENDINÊ YA NÊKSTÊP LI DÊREZORÊ YE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Rêxistina NÊKSTÊP dûyemîn rûniştina danûstendinê bo xelkên Dêrezorê lidarxist, li jêr navê “bikaranîna pir rengiya li Sûriyê di xizmeta xêra giştî de”, di 04/11/2021, bi beşdariya 12 kesan ji xelkên bajarê Dêrezorê, di riya bernameya Google Meet re.

Libarê nirxandina bandora vê pir rengiyê, di demên berî û piştî kirîza Sûriyê de, piraniya beşdaran tekez kirin, ku rêjîmên Sûriyê ev pir rengî di ber berjewendiyên xwe de, bikar anîn, û wêneyeke sextbaz gihandibû derveyî Sûriyê ku xelkên wê bi aştiyane dijîn, lê di rastiya xwe de, hin pêkhate mafên xwe distendin, beramberî bêbeşiya pêkhateyên din ji mafên wan, di encamê de, kîneke veşartî di nav xelkên Sûriyê de çêbû, û bi destpêka kirîza Sûriyê re, wekû cenga navxweyî hate diyar kirin.

Herwiha, beşdaran diyar kirin ku, zehmetiyên herî balkêş yên ku dikevin pêşiya bikaranîna pir rengiya li Sûriyê bi erênî, berdewamkirina cenga li Sûriyê ye, û aloziya abûrî ya ku roj bi roj zêde dibe, di milê, berdewambûna desthilatdarên li Sûriyê, di bikaranîna neyînî ji vê pir rengiyê re, tevlî şaş fêmkirina hin têgehên olî.

Di nêrînên beşdaran de, gelek alî hene, dikarin xwedî roleke bi hêz bin, di bikaranîna pir rengiyê di xizmeta xêra giştî de, di nav wan de, rêxistinên civaka sivîl, dezgehên ragihandinê û rojnamevan, û kesayetiyên civakî yên bi bandor, û rewşenbîr.

Libarê çareserkirina vê kêşeyê de, nêrînên cuda hebûn, yek ji wan, aktîvkirina rola rêxistinên civaka sivîl di têgihiştina civakê de, û bihêzkirina têgeha welatînî, û guhertina têkiliya di navbera dewlet û olê de, û danîna yasayên li dijî gotara kînê, û bidawîkirina siyasetên li dijî pêkvejiyana xelkên Sûriyê.

Armanca sereke ya rêxistina NÊKSTÊP di lidarxsitina rûniştinên danûstendinan de ew e, bihêzkirina têgeha danûstendinê, û qebûlkirina nêrînên cuda, û gotûbêjkirina dozên civakî, bo gihiştina çaraseriyekê ji wan re.

مشاركة: