You are currently viewing Bidawîbûna Perwerdeya Rojnemevanî bi Hevbeşî di Navbera Rêxistina Nêkstêp û Yekîtiya Ragihandina Azad

Bidawîbûna Perwerdeya Rojnemevanî bi Hevbeşî di Navbera Rêxistina Nêkstêp û Yekîtiya Ragihandina Azad

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
Rêxistina NÊKSTÊP bi hevbeşî bi YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD re, perwerdiyeke rojnemevanî bi dawî kir, prewerdeya libarê bingeha karê rojnemevanî û destpêkek ji rojnemevaniya hestiyar ji hêla CENDER ve, di 12ê Tebaxa 2021an de, li navenda rêxistinê li bajarê Qamişlo, hate lidarxistin, û bo şeş rojan berdewam kir.

lidarxistina vê perwerdeyê, di encama armancên rêxistina NÊKSTÊP de ye, bo çespandina binemaya ragihandineke pîşeyî, ta ku bikeve xizmeta dozên geşepêdanê û avakirina aştiyê de, herwiha, wekû piştgiriyekê ji hewildanên gihiştina bo rojnemevaniyeke pabend bi hestiyariya ji hêla CENDER ve.

Perwerdeya libarê bingeha karê rojnemevanî, bi serpereştiya rojnemevan Alan Hesen bû, ku çar rojan berdewam kir, herwiha, perwerdiya libarê rojnemevaniya hestiyar ji hêla CENDER ve, bi serpereştiya rojnemevan Arya Hacî bû, bo rojekê berdewam kir, û roja dawî bo nirxandina raporên rojnemevanî, hate destnîşan kirin.

heşt rojnemevanên jin û mêr beşdarî perwerdeyê bûn, ku di dezgehên ragihandinê, û dezgehên rêveberiya xweser, û rêxistinên civaka sivîl de, kar dikin.

bi şêweyekî sereke, ev perwerde bo rêdariya rojnemevanan ber bi bingehên rast yên karê rojnemevanî ve ye, û danasîna bi rewiştbûnên karê rojnamevanî, di milê belavkirina wateya rast ya mijara CENDER di civakê de, herwiha, çawaniya encamdana raporên hestiyar ji hêla CENDER ve.

Rêxistina NÊKSTÊP, ne hikûmî ye , ne jî sûdegirtinî ye, di sala 2021an de hatiye damezirandin, ji armancên wê, gihiştina bo civakeke geşepêdayî, bi seqaya aştiyane, û bawer e ku dikare gihertinê encam bide, û bo wê kar dike.

مشاركة: