You are currently viewing Belavbûna gotara kînê di civakê û ragihandinê de, li rêxistina NEXTEP hate gotûbêjkirin

Belavbûna gotara kînê di civakê û ragihandinê de, li rêxistina NEXTEP hate gotûbêjkirin

Di dirêjahiya pirojeya xwe ya li jêr navê “em danûstendinê dikin” de, rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê, libarê belavbûna gotara kînê di civakê û ragihandinê de, di 27/11/2021an de, li bajarê Qamişlo, li darxist.

Di rûniştinê de, 13 kes beşdar bûn, di nav wan de rojnemevan û çalakvanên civaka sivîl jî hebûn, bi armanca gotûbêjkirina bandorên belavkirina gotara kînê,  di civak û ragihandinê de, û aliyên xwedî bandor di belavkirina vê gotarê de, di milê gotûbêjkirina awayên rêgirtina li ber belavbûna vê gotarê.

Kesên beşdar, xwedî yek dengî bûn, ku gotara kînê ji demekî dirêj ve di nav civakê de heye, lê awayê xuyan û belavkirina wê, dem bi dem ji hev cuda bû, ji ber ku car caran, bi eşkereyî xuya dibû, û carên din eşkere ne dibû.

Herwiha, beşdaran tekez kirin ku, şerê li Sûriyê û têkdana ku li dû wê hate encamdan, di milê diravkirina siyasî ya ji derve ve, û jidestdana kontrolkirinê, sedemên sereke bûn, di zêdekirina belavbûna gotara kînê de, tevlî hin rêz û rawazîên eşîrtî û olî, ta bi bandora ragihandinê û malperên civakî. 

Bi şêweyekî kûrtir, û li gorî nêrînên beşdaran, rola ragihandinê di derbarê gotara kînê de, roleke neyînî bû, di encama ne peydabûna azadiya karê rojnamegeriyê de, û girêdana hin dezgehên ragihandinê bi aliyên siyasî ve, bi mebesta pêkanîna berjewendiyên van aliyan, di riya ragihandinê re.

Ji hêleke din ve, û di derbarê rola rêxistinên civaka sivîl de, beşdaran diyar kirin ku, roleke bi kêm bandor dilîzin, jibo vê yekê, pêwîste rola wan bihêz bibe, di rêya pirkirina rûniştinên danûstendinê de, û komkirina xelkên ji hev cuda li ser yek maseya danûstendinê, herwiha, lidarxistina çalakiyên girêdayî bi bidawîkirina gotara kînê ve, jiber ku ev rêxistin wekû pira têkiliyan e, di navbera civakê û desthilatdaran e.

Di derbarê rêyên kêmkirina gotara kînê de, danişîn hejmarek pêşniyaran pêşkêşkirin, di nav wan de, avakirina ragihandineke azad, û dezgehên ragihandinê yên ku karê xwe bi zelalî bi rê ve dibin, ta ku kar’bin li beramberî gotara kînê rawestin û bi dawî bikin.

Herwiha, beşdaran tekez krirn ku, pêwîste kilîtên civakê yên sereke werin armanc kirin, di serî de, oldar, û siyasetmedar, û kesayetên civakî yên xwedî bandor, û desthilatdaran, da ku gotûbêj bi wan re bê kirin libarê têgîn û baweriyên rast yên ku dê gotara kînê bidawî bikin.

Di danişînê de, herwiha, encamên pirsnameyekê û hevpeyivînên takekesî yên ku ji hêla tîmê Nextep ve, bi 127 kesan re hatine kirin, hatine pêşkêş kirin, ji bo gihiştina bo hejmara herî mezin ji nêrînên xelkên deverê, ji bo têgihiştineke kûrtir libarê bandorên belavbûna gotara kînê di civakê de, û awayên kêmkirina wê bi awayên herî baş.

مشاركة: