You are currently viewing AV LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ … CENG BI AWAYEKÎ DIN

AV LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ … CENG BI AWAYEKÎ DIN

Zozan Hesen

Ev kar bi piştevaniya Hevgirtina Ewropî, hatiye berhemdan, ne giring e ku naveroka vî karî, li gorî nêrînên Yekgirtina Ewropî be, ew bi tene berpirsyariya Zozan Hesen e, ya ku ev rapor bo hevbeşiya di navbera rêxistina NEXTEP û radyoya WELAT FM re, amade kiriye.

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Bi dirêjahiya zêdetirî deh salan ji navkokiya wêrankar li Sûriyê, welatiyên Sûriyê hemû coreyên êşê dîtin, lê li herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, xelkên vê deverê, êşa kêşeyeke cuda, kişandin, ji dema ku di salên dawî de, av wekû çekekî di rûyên wan de, hate bikaranîn, ev kirîza ku ji kêmbûna rêjeya ava çemê Feratê ya ku ji hêla Tirkiyê ve tê berdan, dest pê kir, di milê guhertina bejayî de, ku bûye metirsiyek li ser herêmê, bi giştî, û di nav de, Bakur û Rojhilatî Sûriyê, di dawî de jî, kontrolkirina hêzê Sûrî yên girêdayî Tirkiyê, ji stasyona Elok re, ya dikeve bajarê Serê Kaniyê, û jêdera sereke ya ava vexwarinê ye, bo xelkên bajarê Hesekê, tevaya van sedeman, nakokiyên siyasî û leşkerî di navbera aliyên cenga Sûriyê de, zêde kirin, tevlî lihevketina berjewndiyên hêzên herêmî û navdewletî yên xwedî rol di kirîza Sûriyê de, ku êdî tevaya aliyên jiyana xelkên Sûriyê, kontrol dikin, bêyî ku ti rêyên çareseriyê, diyar bin.

Ji Cezîra Sûriyê, ya ku berê bi seleka Sûriyê ya xwarinê, bi nav dihate kirin, sedem ew bû, pirbûna ava wê, Leyla Iskan, yek ji xelkên taxa Tealii li Hesekê, libarê metirsiya xwe ji pêşerojê, diaxive û dibêje “ne diket bala me de, ku emê rojekê bigihêjin vê astê ji zehmetkêşiyê, birastî, dema ku ez nûçeyên siyasî û abûrî dişopînim, metirsiyeke mezin li cem min rû dide, tê bala min, ku dê rojek were, gava em tî bibin jî, dê nikarbin têr av bibin, eger av bi xwe, wê demê, peyda bibe”.
Leyla herwiha dibêje “her tiştên ku tên gotin, nîşandayên pêşbîniya bobelateke mirovahî ne, nizanim bê çareserî çi ye, ne jî çi tê xwestin, lê hêviya min ew e, ku alîkarî di navbera xelkê û desthilatdariya xwecehî de hebe, jiber ku diyar e, dê ti guhdan bi azarên me ne be”.

Ji sala bihurî ve, rêjeya ava ku tê ber bi bendava Feratê ve, her û her km dibû, kêmbûna avê di gelek aliyan de, diyar dibû, yek jê, kêmbûna demjimêrên peydabûna elekitrîkê, herwiha, berepaşçûya berhemên çandiniyê, û bandora ku li ser ajelan hate çêkirin, di milê ziyanên ku gihiştine tendirustiya giştî, di encama kevizgirtina avê dema ku kêm bû, bi xwe, bendava Feratê, bendaveke stratejîk e bo Sûriyê, û bi taybet, bo Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ku stasyoneke biyisîa elekitrîkê têde heye, ku ji 9 torbînan pêk tê, di dema berê de, karîbû elekitrîkê bigihîne tevaya welat, lê di dema niha de, bi tenê, dide bajarên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, herwiha, deryaçeyek li bendavê peyda dibe ku di kevên wê de, bi hezarê hêktaran hatine çandin.


Li gor bîroya enerjiyê ya girêdayî rêveberiya xweser li Bakur û Rojihlatî Sûriyê, ku ava çemê Feratê daket bi rêjeya pênc mitran, bo yekem car di dîroka vî çemî de, sedem jî li gor bîroyê, ku Tirkiyê av ji hêla xwe ve vebest kiriye, ta ku rêjeya avê bi tenê 200 mitrên kûbik ye di her çirkekî de, rêveberiya xweser ji hêla xwe dibîne, ku ev kêmbûn, wekû binpçkirinekê ye ji hêla Tirkiyê ve, bo peymana ku di sala 1987an de, di navbera her yek ji Sûriyê û Tirkiyê de, hate îmze kirin, naveroka peymanê jî ew bû, ku pêwîste Tirkiyê 500 mitrên kûbik di çirkê de, ji ava Feratê berde, û di navbera Sûriya û Iraqê de, were parçekirin, 42% ji Sûriyê re, û 58% ji Iraqê re.
Kêmbûna ava çemê Feratê, bû sedema derketina rûberên berfireh yên zeviyên çandiniyê ji xizmetê, di encamê de, ziyaneke mezin gihişte rêjeya herî mezin ji xelkên deverê, yên ku karê wan yê tekane, çandinî ye.


NAKOKIYêN TIRKIYÊ BI RêVEBERIYA XWESER RE, Û ROLA WAN DI KIRÎZA AVÊ DE


Armanca Tirkiyê ya sereke ew e, têkdana aramiya Bakur û Rojhilatî Sûriyê ye, kirîza avê bandora xwe li jiyana xelkê ya abûrî kiriye, li gor “Ebdilkerîm Umer” hevserokê desteya têkiliyên derve ya girêdayî rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, di daxuyaniya wî de bo Welat FM, Umer amaje bi wê yekê kir ku, ev têkdan dê alîkar be ji rêxistina “DAIŞ”ê re, bo ku jinû ve xwe birêxistin bike, û derbasî nava civakê bibe, di rêya çewsandina rewşa abûrî ya xerab ji xelkên deverê re.
Umer tekez dike ku di encama kêmkirina Tirkiyê ji ava Feratê re, û armancikirna wê ji stasyona Elok re, kêmbûneke mezin di tevaya aliyên jiyana xelkê de, çêbû, wehee ev yek bibe sedema rûdana berkirinekî ji hêla xelkên deverê ve, li dijî rêveberiya xweser, ev yek dîsa armanca Tirkiyê di têkdana aramiya deverê de, bi cî tîne, herwiha, amaje bi wê yek kir ku, bendava Feratê bûye alava fişarê di destê Tirkiyê de, li dijî civaka navdewletî, ku Tirkiyê bikar tîne bo pêkanîna berjewendî û armancên xwe li Sûriyê.
Tevlî ku Tirkiyê peymana navbihurî binpê kir, û bandora xwe li abûriya Sûriyê bi giştî kir, lê hikûmeta Sûriyê ti helwest ne da, jiblî hin daxuyaniyên qels, li gor “Umer”, yê ku amaje kir ku hikûmeta Sûriyê ti gavên ber bi pêş ne dane bo bidawîkirina vê binpêkirinê, û tekez kir ku kirîza avê di serê tevaya gotûbêjên rêverberiyê bi şandeyên dewletên Ewropî re ne, û got “me gelek peyam bo civaka navdewletî, û xaça sor, û Yûnîsêf re şandin, û tevlî ku nêrîn yek bûn libarê giringiya dûrxistina avê ji nakokiyên siyasî, lê ta niha Tirkiye berdewam e di êewsandina cihê xwe yê siyasî, û endametiya xwe di nav refên NATO de, bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî”.
li Gor “Welat Derwîş” hevserokê bîroya enerjiyê ya girêdayî rêveberiya xweser, rêjeya avgirtina herî mezin bo dreyaçoya Feratê li bajarê Tebqa yê dikeve Rojhilatî bajarê Reqayê de, 304 mitir li gor rûyê deriyayê, lê di dema niha de, kêm bûye û rêjeya wî gihaye 302,33 mitir, wate, kêmbûne gihişte 1,67 mitir qûçî.


Di têkiliya bi rêya Whatsapp re, “Hemûd EL – Hemadîn” rêveir di bendava Tişrîn de, libarê rola rêxistinên navdewletî, axivî û got, “rola wan hew di kişandina wêneyan de bû, ji kêmbûna dîrokî ya rêjeya ava Feratê, ku nîşaneke bo bobelatekê dê aramiya av û xwarinê têk bibe, û jiyana bi meliyonan ji xelkên deverê dike metirsiyê de, di milê tunebûna elekitrîkê de”, EL – Hemadîn diyar kir ku rola wan rêxistinan ne biqasî gewdê vê kirîzê bû.


GUHERTINÊN BEJAYÎ ÇAWA BANDORÊ LI KIRÎZA AVÊ DIKIN


Di nava guhertinên bejayî de li tevaya cîhanê, herêmên Bakur û Rojhilatî sûriyê, di metirsiyê de ne, ku derbasî bobelatekê bibin, di milê nakokiyên cenga Sûriyê de, ev yek ji hêla “Harî Istibiyaniyan” pisporê av û enerjiyê li Amerîka ve, tê tekez kirin, Istibiyanaiyan di daxuyaniyeke taybet de bo Wlat FM got ku, herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê dê devera herî bandor kirî be, di encama guhertinên bejayî de, jiber ku pêşbîne pileyên germê zêde bibin, di encamê de, rêjeya baranê dê kêm be, wate dê bandoreke neyînî ya mezin li çandiniyê bibe, herwiha, rêjeya baranê li Sûriyê û Iraqê ji 15 ta 25% kêm bûye, û pêşbîne riwankirina çemên Dicle û Ferat bi rêjeya 29 ta 73% kêm bibe.
Herwiha, “Istibiyaniyan” diyar kir ku, kêmbûna ava çem û baranê di vê salê de, dê gelek deverên Sûrî û Iraqê ji ava vexwearinê, bê par bihêle, di milê pêwîstiya zeviyê çandiniyê ji avê, û bi pêşbîneke mezin ku zuhabûn bandora xwe li zêdetirî 12 melyon kes ji Sûriyê û Iraqê bike, ev yek di encama ne gihiştina ber bi ava paqij ve, û kêmbûna xwarinê li hin deverên Sûriyê, ji hêleke din ve, pêşbîne ku kêmbûna avê di havîna îsal de, enerjiya kehromatîk rawestîne, di encamê de, ziyanên mezin dê bigihêjin xizmetên sereke.
Ji hêla xwe ve, aliyê Tirkî, bi berdewamî, li ser zimanê berpirsên xwe, tekez dike ku guhertina bejayî û kêmbûna mezin di barîna baranê de, zuhabûneke mezin li Tirkiyê berî Sûriyê, encam da, û tometên girêdayî bi kirîza avê li Sûriyê, red dike, û libarê doza stasyona Elok, Tirkiye van tometan red dike, û dibêje ku stasyon bi rêya elekitrîka bendava Tişrînê, kar dike, bendav jî li jêr desthilata rêveberiya xweser e, û li gor Tirkiyê, elekitrîk ji hêla rêveberiyê ve, ji 2019an ve, bi qastî tê birîn.
Li milê din, her yek ji rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û hikûmeta Sûriyê, tometan bi Tirkiyê ve dikin, ku avê wekû çeka cengê bikar tîne, di encama nakokiyên xwe de bi aliyên şerê Sûriyê re, û çewsandina Tirkiyê ji kirîza avê re, pirojeyeke ji bobelateke mirovî re, di nava guhertinên bejayî de, yên ku rewş xirabtir kirin, jiber ku dewletên di nav şer de, zçdetir ji dewletên din, di rewşên weha de, bandor digirn, herdû alî jî, tekez dikin ku Tirkiyê para avê ji notiya sedsala bihurî ve, kêm kiriye, jiber ku Tirkiyê di wê demê de, 7 bendav li ser ava Feratê li aliyê xwe, ava kirin, ji nav wan, bendava Etaturk, ku di sala 1992an de, hate avkarin, ev bendav jî dikeve li ser çemê Feratê, bi dûrahiya 24 KM ji bajarê Bozirva, û di deriyaçoya xwe de, 50 miliyar mitir kubik, kom dike, û alîkar e di çêkirina 2400 MW ji elekitrîkê.
Rêveberiya xweser ji hêla xwe ve, tometên Tirkiyê û hêzên çekdar yên girêdayî wê ve, red dike, û dibêje ku hêzên Tirkî daxawaza zêdekirina elekitrîkê bo deverên jê kontrola xwe dikin, û nerîngeha Sûrî ya mafê mirovan, vê yekê tekez dike ku hêzên Tirkî zêdekirina elekitrîkê dixwazin, û ev yek birastî di ebaxa 2020an de xwestin, ev xwestek jî ji hêla rêveberiyê ve hate redkirin, bersiva red kirinê jî, birîna avê bi temamî ji ser bajarê Hesekê bû.
Tevlî ku guhertina bejayî nayê mandelekirin, herwiha, nakokiyên di navbera aliyên dijber li Sûriyê, lê doza avê, çeka herî metirsîdar e li ser pêşeroja deverê, û mafê wergirtina avê bûye ne guncaw li cem bi hezaran ji xelkên Sûriyê, tevlî ku ev maf di peymann mafên mirovan de hatiye tekez kirin, û sedemên vê kirîzê çi bin, ne peydabûna çareseriyên bi sude, û dûrbûna di navbera aliyên dijber, di nava guhertinên bejayî de, herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, li ber keviya bobelateke mirovî ye, pêwîstiya wê bi çareyeke bilez heye.

مشاركة: